Hêzên Çekdar ên Tirkiyê: Hêzên me ji bo avakirina baregehên çavderiyê derbasî Sûrî bûn

09-10-2017
RÛDAW
Nîşan Sûriye Idlîb Hêzên Çekdar ên Tirkiyê
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Hêzên Çekdar ên Tirkiyê ragihand ku hêzên wan derbasî sînorî Sûriyî bûne û ji bo avakirina baregehên çavdêriyê ji 8ê cotmehê pê ve dest bi çalakiyên keşfê kirine. 

 

Li gor daxuyaniya Hêzên Çekdar ên Tirkiyê ku li ser malpera wê hatiye weşandin, 30ê berfanbara 2016an li Sûriyê agirbest hat îlankirin, ji bo berdewamiya vê agirbestê bi garantoriya Tirkiye, Federasyona Rûsyayê û Îranê Ppvajoya Astanayê dest pê kir.

 

Di daxuyaniyê de tê gotin ku hêza Tirkiyê di çarçoveya pêvajoyê agirbestê de “ji bo, pevçûn werin dawîkirin, alîkariya mirovahî bighêje mihtacan, ji bo kesên ku ji cî û warên xwe bûn cardin vegerin malên xwe” derbasî Sûriyê bûye û dê ji bo çavderiyê baregahan ava bike.

 

Herwiha Hêzê Çekdar ên Tirkiyê amaje bi wê yekê dike ku di heyama civînên Astanayê de ev biryar hatiye dayîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst