BAB Û EZAZ - 'Bi tapoya Osmanî erdê Kurdan e'

09-10-2016
RÛDAW
Bab û Ezaz di şoreşa Canpolad de ji dest Kurdan çûn
Bab û Ezaz di şoreşa Canpolad de ji dest Kurdan çûn
Nîşan Bab Ezaz Kurd Tapoya Osmanî Şoreşa Canpolad Elî Muslim
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Lêkolîner û Nivîskar, Elî Muslim beşdarî bultena nûçeyan a Rojavayê Kurdistanê ya televizyona Rûdawê bû û derbarê rewşa her du bajarên stratejîk ên li bakurê Helebê û di navbera her du kantonên Efrîn û Kobanî de, bajarên Bab û Ezazê de zanyarî dan.

 

Elî Muslim ragihand, ku rewşa bajarê Babê di dema niha de, weke rewşa Kobanî ya berê (dema êrişên DAIŞê) ye û da xuyakirin, ku rewşa Babê gelek hesas e.

 

Elî Msulim derbarê nifûsa Kurdan li her du bajarên Bab û Ezazê de got, ku zêdetirî 400 hezar welatiyên Kurd li wan her du bajaran û derdora wan dijîn. Muslim herwiha da xuyakirin, ku di salên borî de gelek Kurd ji wan her du bajaran jî hatine derxistin û yan jî ji ber sedemên cor bi core w dever bi cih hiştine.

 

Vî lêkolîner û nivîskarî herwiha amaje bi wê yekê kir, ku hêj bi dehan gundên Kurdan li derdora bajarê Babê hene.

 

Elî Muslim destnîşan kir, ji nifûsa herî kêm 400 hezariya Kurdan li her du bajarên Bab û Ezazê, derdora 100 hezar kesî di nava bajaran de û yên din jî li derdorê dijîn, lê tevî nasnameya wan a Kurdî, piraniya wan kurdiya xwe ji bîr kirine.

 

Elî Muslim amaje bi wê yekê kir, ku kurdên li Babê û Ezazê li ser mulk û warê xwe ne û ew dever cih û warê wan ê kevnar e.

 

Muslim destnîşan kir, ku welatiyên Kurd ên her du bajarên Bab û Ezazê, bo mulkên xwe tapoyên serdema Împeratoriya Osmanî hene.

 

Elî Muslim di berdewamiya axavtina xwe de got, di Şoreşa Canpolad de gelek Kurd li herêmê ji cihê xwe hatin derxistin û tekez kir, ku Bab û Ezaz di dema Şoreşa Canpolatd de ji dest çûn.

 

Derbarê rewşa niha ya devera Babê de, vî lêkolîner û nivîskarê Kurd ragihand, ku balafirên şer ên Artêşa Tirkiye car bi car deverên bombebaran dikin û bi ser gundan re diçin û ji ber wê yekê jî gundên Kurdan jî di xeterê de ne.

 

Elî Muslim da zanîn, ku telefon û internet li nav bajarê Babê qut bûye û DAIŞ rê nade ku xelkê sivîl ji bajêr derbikevin.

 

Muslim ew yek jî aşkere kir, ku DAIŞ çekên xwe yên giran dibe nava gundan, da ku wan ji êrişa firokeyên hevpeymanan biparêze.

 

Muslim herwiha da xuyakirin, ku çekdarên DAIŞê li nav kolanan û mal bi mal digerin û xort û zilaman bi zorê ji malan derdixin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst