Şanda HDPê li gel Efkan Ala hevdîtinek pêk anî

 

 

Navenda Nûçeyan- Şanda Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Enqereyê  li gel Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Efkan Ala hevdîtinek pêk anî.

 

Şanda HDPê piştî hevdîtinê daxuyanî da û bal kişand ser gotûbêjê.

 

Di daxuyaniye de hat gotin, “Ji bo pirsgirêk zêdetir nebin divê em dest gotûbêjkirine bernedin. Em dê ji bo çereserkirina  pirsgirekan hevdîtinê li gel hemû saziyên têkildar bidomînin.”

 

Herwiha di daxuyaniyê de wiha jî hat gotin, “Berterefkirina komkujiya li Kobaniyê, gavavêtina pêvajoya çareseriyê û xuyandina hesasiyetên mijara bûyerên civakî, temînata aşitiya civakê ye.”