Pedersen, Mona Rishmawi wek seroka ofîsa NY li Şamê diyar kir

09-09-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Nûnerê Taybet ê Netewên Yekbûyî ji bo Sûriyê Geir Pedersen, Mona Reşmawî ya ji Urdinê wek seroka ofîsa NY li Şamê diyar kir.

Di daxuyaniya Ofîsa Geir Pedersen de hatiye, Mona Rîşmawî, ezmûna wê ya 20 salan di nav Netewên Yekbûyî de heye, û li ser pêkanîna aştiyê li Iraq, Başûrê Sûdan, Lîbya û Somalê kar kiriye.

Netewên Yekbûyî dibêje, dê 1ê meha bê (Cotmeh) Rîşmawî li Şamê dest bi karê xwe bike.

Mona Rîşmawî li Urdinê ji dayik bûye, zimanên Erebî, Îngilîzî û Fransî dizane, master di Yasayê de li zanîngeha Colombia ya Amerîkayê temam kiriye û di navbera salên 1981-1991 de endama Rêxistina Heq a mafê mirovan li Filistînê bûye.

Di navbera salên 1996-2000 de Rîşmawî çavdêra NY ji bo mafên mirovan li Somalê bûye, sala 2003ê ji teqîna hotêla Qenat a Bexdayê rizgar bû, ew pêştir şêwirmenda bilind a mafên mirovan li Bexdayê jî bûye.

Rîşmawî herwiha rêvebira komîteya NY bû ji bo derxistina rastiyan li herêma Darfor a Sûdanê.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst