Wezareta Derve ya Amerîka bo Rûdawê: Em piştevanî li çareseriya siyasî bo Sûriyê dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkekî Wezareta Derve ya Iraqê dibîje, Washington li gel Moskowê kar dike bo ku bikarin çareseriyeke demdirêj bo krîza Sûriyê bibînin.

Berdevkekî Wezareta Derve ya Amerîkayê bersiva pirsên Rûdawê da û li ser pirsa “Gelo ti têgihiştinek nû ya hevbeş di navbera Rûsya û Amerîkayê de derbarê guhertina siyasî li Sûriyê heye?” got, “Amerîka berdewam e di miameleya li gel Rûsyayê bi şêweyekî aşkera û taybet, ev jî bi mebesta dîtina çareseriyeke siyasî ya saziş li ser hatiye kirin bo krîza Sûriyê, ew jî li gor biryara 2254 a Encûmena Asayişa Netewên Yekbûyî (NY) û çareserkirina wan pirsên hestyar ku dibin asteng li ber aştiya daîmî li Sûriyê.”

Ew berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê amaje bi wê dike, ew proseya ku ji aliyê Sûriyan ve serpereştî tê kirin û rêxistina Netewên Yekgirtî karasanî ji bo cîbicîkirina dike, ji aliyê hemû encamên Encûmena Asayişa NY ve û li ser bingeha biryara 2254 a encûmenê ve piştgirî lê tê kirin û karîgeriya mezin jî dê li ser bidestxistina aûtiya demdirêj li Sûriyê hebe.

Derbarê proseya çaksaziya destûrê, ew berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê dibêje, “Divê girîngî bi proseya çaksazî ya destûrê bê dayîn û amadekariya guncaw bo hilbijartinên azad û zelal li Sûriyê bê kirin. Biryara 2254 a Encûmena Asayişa NYê rêyeke aştiyane pêşniyaz dike ji bo çareserkirina krîza Sûriyê û take rêya şerîî ye jî ji bo bidestxistina pêşeroj û seqamgiriyê bo xelkê Sûriyê.”

Li gor gotina wî berdevkî, Washington piştevaniya Sekreterê Giştî yê NYê Antonio Guterrez û Şandiyê Taybet ê NYê bo Sûriyê Geir Pedersen dike û daxwaz dikin agirbesteke giştgir demildest li welat bê ragihandin û herwiha Washington palpiştiyê li hewlên Pedersen dike ji bo dîtina çareseriyeke siyasî bo krîza Sûriyê li ser bingeha biryara 2254 a NYê.

Li ser pirsa, “Gelo Amerîka dixwaze hikûmeta Sûriyê hemû hêzên Îranî û grûpên nêzikî wê ji Sûriyê derxîne yan na?”, Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê dibêje, “Her wek Wezîrê Derve Mike Pompoe got, divê rejîma Îranê hemû hêzên xwe ji seranserê Sûriyê vekişîne bo ku aştî û seqamgirî pêk bê.”

Mike Pompeo îsal roja 6ê Gulanê gotibû, “Ev yek bo rejîma Esed û Rûsiyan jî zelal bû, divê Îranî wê derê bicî bihêlin. Ne tenê başûr rojavayê welat, ku karîgeriyeke rasterast û rasteqîne lis er Îsraîl û bilindahiyên Golanê heye divê temamiya welat bicî bihêlin.”

Li ser pirsa Rûdawê “Gelo Amerîka dixwaze Hikûmeta Sûriyê îtîraf bi dewleta Îsraîlê bike?” Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand, “Ji wan mercên ku divê Sûriye cîbicî bike, pêş wê yekê ku peywendiyên li gel Amerîka asayî bibin, ew e divê zêdetir nebe metirsî li ser welatên navçeyê ji wan jî Îsraîl, Urdin, Lubnanê Tirkiye, Iraq û welatên kendavê. Di heman demê de qebşlkirin û himbêzkirina rejîma Esed bo Hizbullah, Supaya Pasdaran û rêxistinên terorîstî yên din dirêjiyê bi tundûtûjî û neseqamgiriya li Sûriyê û welatên cîran dide.”