Rojhilata Navîn difûre, balafirên şer şandin

Hewlêr (Rûdaw) – Fermandariya Navendî ya Amarîkayê (CENTCOM) balafirên şer şandin Rojhîlata Navîn.

CENTCOMê ragihand ku wan ji ber zêdebûna aloziyên Îran û Îsraîlê careke din balafirên şer ên F-22 şandine Rojhilata Navîn.

"Me F-22 şandin"

CENTCOMê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku balafirên wan ên şer gihane cihê xwe û got:

“Me F-22 şandin da rê li ber zêdebûna wan aloziyan bê girtin ku ji aliyê Îran û wekîlên wê ve tên derxistin.”

Li gorî daxuyaniyê, F-22 8ê Tebaxê gihiştine “qadên di berpirsiyariya CENTCOMê de” yên li Rojhilata Navîn.

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) berê ragihandibû ku wan ji bo piştgiriya Îsraîlê balafir û keştiyên şer şandine Rojhilata Navîn.

Serokê Hemasê Îsmaîl Heniye 31ê Tîrmehê berê sibehê li Tehrana paytexta Îranê hat kuştin.

Piştî ku Heniye hat kuştin alozî û êrişên li Rojhilata Navîn zêde bûn.

Ji aliyekî ve Hizbulah û Îsraîl êrişî hev dikin û ji aliyê din ve jî Îran û Îsraîl gefan li hev dixwin.

Amerîka jî eşkere dike ku eger êrişî Îsraîlê were kirin ew dê wê biparêzin.