Destdirêjî li mehkûmên Filistînî hatibû kirin, leşkerekî Îsraîlê axivî!

09-08-2024
Nîşan Îsraîl Leşker Filistîn Girtî Destdirêjî Sde Teiman
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hinek leşkerên Îsraîlê li Navenda Çavdêriyê ya Sde Teimanê destdirêjî li girtiyên Filistînî kiribû.

Dîmen bi carekê re li ser torên civakî bûbûn rojev û bertekên tund hatibûn nîşandan.

Leşkerekî Îsraîlî yê ku nexwest navê wî were eşkerekirin ji Breaking the Silenceyê (Şikandina Bêdengiyê) re behsa Sde Teimanê kir.

“Divabû ez li girtiyan bixim”

Leşkerê ku li Sde Teimanê bûye şahidê gelek bûyeran wiha behsa wê derê kir:

“Ez dema leşkeriya xwe li Sde Teimanê bûm, li wê derê razek hebû.

Wan ji min re digot, ‘Wêneyan megire.’ Beriya ku ez herim dihat gotin ku divê ez li girtiyan bixim û ji bo dîmenên tund amade bim.

“Şaneyên wan wekî koxên çêlekan bûn”

Li şaneyekê 70, li yeke din jî 100 kes hebû. Şaneyên wan wekî koxên çêlekan bûn.

Çavên wan girêdayî û destên wan kelemçekirî bûn. Şewqên şaneyan jî tim vekirî bûn.

Neçar bûn ku tevahiya rojê bi çarmêrkî rûnin, destûr nedihat dayîn ku xwe biçemînin.

Dema ew li gorî rêzikan tevnedigeriyan destûr hebû ku em li wan bixin.

Em di liv, bizav û tevgerên xwe de azad bûn, hinek ji leşker ji bo binpêkirina mafên girtiyan provakatîv bûn û hinek ji wan ne wilo bûn.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst