Çima Amerîka li hemberî êrişên Tirkiyeyê bêdeng e?

Hewlêr (Rûdaw) – Her ku diçe êrişên Tirkiyeyê yên li Rojavayê Kurdistanê zêde dibin. HSD, ji ber bêdengiya Amerîkayê dilgiran e.

Bi piştgiriya Rûsya û Amerîkayê di navbera HSD û Tirkiyeyê de agisbest hatibû îmzekirin lê Tirkiye her ku diçê êrişên xwe yên li Rojavaya Kurdistanê zêde dike.

Tirkiye, bi êrişên xwe yên esmanî gelek caran fermandarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dike armanc.

Rêveberiya HSDyê ji ber zêdebûna van êrişan û bêdengiya Amerîkayê dilgiran e û dixwaze ku Amerîka helwesta xwe bi zelalî nîşan bide.

Rêveberê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde “sedemên bêdengiya Amerîkayê” ji Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller pirsîn.

“Helwesta me neguheriye”

Matthew Miller da zanîn ku hewlesta wan a li dijî êrişên Tirkiyeyê neguheriye û got, “Em hîn jî piştgiriyê didine agirbestê û xerakirina rewşa asayî şermezar dikin.”

“Êrişên Tirkiyeyê zererê didine sivîlan”

Miller amaje pê kir ku êrişên Tirkiyeyê zererê didine sivîlan û pê de çû:

“Dilgiraniya Amerîkayê ya ji bo zêdebûna binpêkirinên li bakurê Sûriyeyê didome. Em bi taybetî ji ber bandora van êrişan a li ser xelkê sivîl dilgiran in.”

Matthew Miller herwiha da zanîn ku êrişên Tirkiyeyê bandoreke neyînî li têkoşîna wan a bi DAIŞê re jî dikin.

Herçend rayedarên Amerîkayî daxuyaniyên bi vî rengî bidin jî bêdengiya Amerîkayê ya li hemberî êrişên Tirkiyeyê bûye sedema nerazîbûnan.

Li gorî gelek kesan, Amerîka ji ber sedemên wekî  “şerê Rûsya û Ûkraynayê” û “endamtiya Swêdê ya NATOyê” naxwaze rasterast helwesteka li dijî Tirkiyeyê nîşan bide.

Amerîka ji ber van sedeman rê dide ku Tirkiye bi awayekî “sînordar” êrişî Rojavayê Kurdistanê bike û li hemberî van êrişan bêdeng dimîne.

“Girîngiya HSDyê kêm bûye, ya Tirkiyeyê zêde bûye”

Soner Çaplerê ku li Enstîtuya Washingtonê lêkolîner e, nêrînên xwe yên li ser vê mijarê bi vî rengî anîne zimên:

“Şerê Ûkraynayê girîngiya Tirkiyeyê ya ji bo Amerîkayê zêde kiriye. Tirkiye ji aliyê leşkerî ve piştgiriyê dide Ûkraynayê û ew li Deryaya Reş li dijî Rûsyayê ye.

Li gorî min ji ber van sedeman girîngiya HSDyê kêm bûye, ya Tirkiyeyê zêde bûye. Ev, wêneyê stratejîk e. Ji aliyê rêbazê ve jî heta ku Swêd nebe endamê NATOyê Amerîka naxwaze Tirkiyeyê ji ber PKKyê nîgeran bike.”