Navenda Nûçeyan – Şer û serhildanên ku ji destpêka sala 2011ê ve li welatên erebî çêbibûn, Lubnan li xwe negirtibû. Lê tevî vê yekê desthilata Lubnanê nekarî sînor û ewlehiya xwe biparêze. Ji ber vê yekê Artêşa Lubnanî bi piştevaniya Amerîka û alîkariya Hizbullaha Lubnanî û hêzên hikûmeta Sûriyê, xwe amade dike li dijî DAIŞê li ser sînorê Sûriyê operasyonê bikin. Lê bi tevî vê jî desthilata Lubnanê hevahengiyê ligel hikûmeta Sûriyê red dike.
Artêşa Lubnanî bi piştevaniya Amerîka xwe amade dike li dijî çekdarên DAIŞê şer bike. Navçeyên nêzîkî sînorê Sûriyê ev çend sa in rastê êrîşên terosistî tên.
Ev operasyon wê bi alîkariya Hizbullaha Lubnanî û Artêşa Sûriyê birêve biçe. Bi gotina hin çavdêrên siyasî, wê ev operasyon ziyaneke mezin bighîne Artêşa Lubnanê. Ji ber ku alavên wê yên leşkerî kêm in. herwiha ev gav dê bihêle şaneyên DAIŞê yên nihênî li Lubnanê careke din bi karên terorîstî rabin.
Şer û pirsgirêkên, ku di sala 2011ê de li dewletên erebî çêbûn, li Lubnanê dûr bûn lê vî welatî nikarî ewlehiya xwe biparêze. Li welat pevçûnên tayifî û teqandina otomobîlên bombekirî bû rojev. Di sala 2014an de jî çekdarên DAIŞê dema pişkinîna navçeya sînorî dikirin, hejmarek ji serbazên Lubnanî revandin.
Nişteciyekî Ras Bieelbek yê bi navê Yûsif Xedban dibêje: “Em vî şerî dixwazin. Em li Ras Bieelbek bi Artêşa Lubnanî re ne, em li pişta artêşê ne. Biçûk û mezin, jin û zilam, hemû ligel artêşê ne û bi saya Xwedê wê artêş di şerê xwe de serkeftî be, herwiha ew ne li hêviya ti alîkariyê ye."
Armeyên li ser rêyan pêşwaziya Artêşa Lubnanî dikin. Li aliyekî din li gundê Elqaa Ala Lubnanê, piştî êrîşa terorî ya Hezîrana 2016ê heta niha bi rengê sor tê xemilandin.
Nişteciyekî din ê Ras Bieelbekê yê bi navê Mîld Beytar diyar dike: “"Em dixwazin îro berî sibe ev şer sînorekî ji van teroran re deyne. Artêşa Lubnanê dikare li dijî terorê şer bike. Ji Nehir Elbarid heyanî Ibra. Artêşa me bihêz e, pêwîst e em ewlehiya xwe biparêzin."
Li gorî plana vê operasyonê, dê Artêşa Lubnanê sînorên xwe çekdarên DAIŞê paqij bike, di demekê de ku hêzên Sûriyê û çekdarên Hizbullaha Lubnanî jî sînorê li aliyê Sûriyê ji çekdaran paqij bikin.
Hin pisporên leşkerî dibêjin, ku 3 hezar serbazên lubnanî ji hêzên taybet yên "Nuxbe" li aliyên bakur rojhilatê Lubnanê dê beşdarê vî şerî bin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse