Artêşa Îrsaîlê dest bi operasyonên xwe li ser Xezayê kir
Hewlêr (Rûdaw)- Êrîşên balafirên artêşa Îsraîlê li ser Xezayê îro sere sibehê car din destpêkirin.
Ev êrîş piştî wê yekê hat ku Îsraîl û aliyên Filestînî derbarê dirêjkirina agirbesta ku duh sibehê bi dawî hat, li hev nekirin.
Duh jî, 5 filestînî di encama êrîşa balafirên Îsraîlê li kerta Xezayê de hatin kuştin, herwiha 2 xwepêşander filestînî jî li Kerta Rojava hatin kuştin.
Ew 2 hemwelatiyên filestînî, di xwepêşandanên duh li bajarên el-Xelîl û el-Bîre li Kerta Rojava ya Filestînê hatin kuştin.
li gor daxuyaniya berdevkê wezareta tenduristiyê li Xezayê Eşref el-Qudre, di 33 rojên operasyonên leşkerî yên Îsraîlê de, 1898 kes hatine kuştin û 9837 kes jî birîndar bûne.