Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrên Derve yê Tirkiyê û Rûsyayê bi telefonê axivîn, pêşhatên dawî û peymana hinardekirina dexlûdanê Ukraynayê gotubêj kirin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Derve ya Tirkiyê, îro 9ê Temuza 2023an Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan û Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov pêwendiyeke telefonî pêk anîn û pêşhatên di çarçoveya peymana dexlûdanê Ukraynayê de çêdibin gotubêj kirin.
Ev di demekê de ye ku Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky ku 7ê Temuzê çûbû Tirkiye û 8ê Temuzê 2023an vegeriyabû, di dema vegera xwe de 5 fermandarên xwe yên Yekîneya Azov jî bi xwe re birin û vê yekê Rûsya aciz kir.
Yekîneya Azov ew serbazên Ukraynayê bûn ku bo dema 3 mehan li nav kargeha Azovstalê ya bajarê Mariupolê man û şerê hêzên Rûsyayê kirin. Endamên wê yekîneyê heta naverasta meha Gulana 2022an xwe radestî artêşa Rûsyayê kirin ku hejmara wan 1733 kes bû.
Piştî wê di Îlona 2022an de, di bihevguhertineke zindaniyan de 215 serbazên Ukraynî bi navbênkariya Tirkiyê beramberî 55 serbazên Rûs, bo Ukraynayê hatin radestkirin. Lê bi mercê ku her 5 fermandarên wê hêzê bo Tirkiyê bên birin û heta dawiya şer rê bi wan neyê dayîn ku biçin Ukraynayê.
Lê Volodymyr Zelensky roja Şemiyê ew bi xwe re birin Ukraynayê.
Rûsyayê yekser nerazîbûn nîşan da û dibêje, Ukrayna û Tirkiyê rêkeftin binpê kirine.
Berdevkê Kremlînê Dimtry Peskov got, “Vegerandina fermandarên Azov ji Tirkiyê bo Ukraynayê ne tiştek e ji xeynî ku binpêkirineke rasterast a mercên rêkeftinê ye. Aliyê Tirk û aliyê Ukraynî di vê binpêkirinê de beşdar in.”
Derbarê wê pêwendiya telefonî de, ajansa TASS a Rûsyayê jî ji zarê çavkaniyên Tirkiyê ve ragihandiye, "Wezîran derbarê Ukraynayê û geşedanên dawî yên li ser peymana dexlûdanan a Stenbolê de gotûbêj kirin."
Çavkaniyan diyar kirine, piştî ku Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan roja borî bi Serokkomarê Ukraynayê Volodymyr Zelensky re hevdîtin kir, Enqereyê daxwaza dirêjkirina peymana dexlûdanan kir.
Di Temûza sala borî de di navbera Tirkiye, Rûsya, Ukrayna û Neteweyên Yekbûyî (NY) de bi mazûvaniya Tirkiyê peymanek hatibû îmzekirin ku li gor wê peymanê Rûsyayê rê dida dexlûdan û madeyên xwarinê ji Ukraynayê bo derve bên hinardekirin.
Ew peyman di destpêkê de ji bo heyama 120 rojan hatibû îmzekirin, lê meha Mijdara borî bo dema 3 mehên din hatibû dirêjkirin. Di 18ê Adara 2023an de Rûsyayê ragihand ku wê peymanê bo dema 60 rojên din dirêj dike.
Peymana dexlûdanan di 18ê Gulanê de du mehên din hat dirêjkirin. Lêbelê, Rûsyayê hişyarî da ku ev dem dê bes be ji bo dîtina ka lihevkirina bi Neteweyên Yekbûyî re hatî îmzekirin pêk tê yan na.
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di 30ê Hezîranê de gotibû, ku êdî ti wateya dirêjkirina wê peymanê nemaye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse