Yekem roja Cejna Qurbanê diyar bû

09-07-2021
RÛDAW
Nîşan Cejna Qurbanê Erebistana Siûdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Heyvê ya Dadgeha Bilind a Siûdiyê aşkere kir ku 20ê vê mehê, roja yekem a Cejna Qurbanê ye. Berdevkê Wezareta Ewqaf bo Karûbarên Ayînî jî tekez kir ku Herêma Kurdistanê pabendî biryarê dibe.

Fermangeha Diyarkirina Dîtina Heyvê ya ser bi Dadgeha Bilind a Siûdiyê ve, îro daxuyaniyek belav kir û ragihand, “Êvariya îro heyv nehatiye dîtin, lewma sibe Şemiyê temamkera meha Zîlqe'de ye û dusibe Yekşemê jî yekem roja meha Zîlhîce ye.”

Li gor vê daxuyaniyê, hecî îsal 19û Tîrmehê diçin ser çiyayê Erefe û roja 20ê Tîrmehê jî yekem roja Cejna Qurbanê ye.

Wezareta Hec û Umre ya Siûdiyê destpêka Hezîrana îsal, ragihandibû, îsal tenê rê bi 60 hezar ji hemwelatiyên rûniştvanên Siûdiyê tê dayîn ku hec bikin, ew jî bi mercê ku temenê wan di navbera 18 ta 65 sal de be û li dijî Coronayê hatibin derzîkirin.

Herwiha Berdevkê Wezareta Ewqaf bo Karûbarên Ayînî Nebez Îsmaîl ji Rûdawê re ragihand, “Derbarê dîroka Cejna Qurbanê de her biryarek ji aliyê Siûdiyê ve bê dayîn, Herêma Kurdistanê jî pabend dibe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst