Ji çavê pisporan şerê PDK-Î û Îranê

Hewlêr (Rûdaw) – Pispor û çavdêrên siyasî yên Bakûrê Kurdistan û Tirkiyê dibêjin, ji ber Îran xwe gelek tevlî karûbarên welatên herêmê dike, destpêkirina pevçûnên di navbera Artêşa Îranê û Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDK-Î) de jî tiştekê çaverêkirî bû.

 

20 sal piştî rawestandina şer, pêşmergeyên PDK-Î, roja 15ê Hezîranê careke din li dijî Artêşa Komara Îslamî ya Îranê çek bikaranîn. Şer û pevçûnên navbera herdu aliyan, di asta herêmê de jî deng veda.

 

Tirkiye yek ji wan welatan e ku nêzîkê 560 km sînorê wê yê hevbeş li gel Îranê heye û geşedanên li Îranê bandore li wê jî dikin.

 

 Pispor û çavdêrên siyasî, şerê PDK-Î û Îranê, herwiha bandora wê ya li ser Tirkiyê jib o Rûdawê nirxandin.

 

Çavdêrê siyasî Îlhamî Işik (Balikçi) diyarkir ku şerê di navbera PDK-Î û Îranê de tiştekî çaverêkirî bû û got:

 

"Ev encama destwerdana Îranê ya nav karên welatan e"


“Îran destê xwe dixe nav karûbarê welatên navçeyê. Li Sûriyê, Yemen û Lubnanê rêxistinên bi xwe ve girêdayî ava dike. Bi rêya wan rêxistinan siyaseta wan welatan dixe destê xwe. Ji ber vê yekê, bertekek wiha ya li dijî Îranê jî, pêşketinek çaverêkirî bû.”

 

Derbarê vê mijarê de pisporê karên ewlekariyê û nivîskarê rojnameya Milliyet a Tirkiyê Nihat Alî Ozcan jî dibêje ev şer encama bi hêzbûna Îranê li Herêma Kurdistanê û Sûriyê, herwiha têkdana îstîqrara siyasî ye.

 

Parlamenterê Ûrmiyê yê Parlamentoya Îranê Ruhullah Hezretpûr di daxuyaniyekê de ji rojnamevanên Îranî re şerê PDK-Î weke “şerek bi wekalet” binav kir û îddîa kir ku destê Erebîstana Siûdî li pişt vî şerî ye. Hezretpûr diyar kir ku zanyarî di destê wan de hene ku berpirsên Erebîstanê çûn û hatina Herêma Kurdistanê dikin û armanca wan jî têkdana Îranê ye.

  

Endamê Polîtbûroya PDK-Î Rustem Cîhangîrî van îddîayan red dike û diyar dike ku ew hêzên xwe di nava Rojhilat de birêdixin, ne ku li derve.

 

"Helwesta Îranê ya li hember Kurdan, sedema şer e"


Îlhamî Işik jî bêyî ku nav bide got:

 

“Ji bo li nava Îranê pirsgirêk derbikevin, aliyek pêngavan diavêje. Lê helwesta dijminane ya Îranê ya li hember Kurdan, sedema sereke ya destpêkirina şer e.”

 

Derbarê bandora vî şerî ya li ser Îranê jî Işik wiha axivî:

 

“Dema em ji aliyê siyasî ve li mijarê dinerin, hebûna mûxalefetek bi hêz, hêza Îranê kêm dike. Îran di nav xwe de aram e. Lewma destdirêjiya derve dike û destê xwe dixe nav karên Iraq û Sûriyê. Lê dema di nav Îranê de şer hebe, nikare vê yekê bike. Ji ber vê yekê, ev şer ne di berjewendiya Îranê de ye.”

 

"Destên derve jî di nav de hene"


Pisporê siyasî û mamostayê Zanîngeha Dîcleyê Muhammet Yanmiş jî îddîa kir ku Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Tirkiye, PDK-Î bo şer gur dikin û wiha got:

 

“Pêwendiyên Îran û Tirkiyê têkçûne. Dibe ku ji ber piştgiriya Îranê ya ji bo PKKê, şkestina siyaseta Tirkiyê ya li Sûriyê, Tirkiye bixwaze bi rêya PDKê, pirsgirêkan ji bo Îranê çêbike. Ev yek ji bo PDKê ji giring e. Ji ber ku li Rojava dereng ma û PKK zû pêngav li vî beşî avêt. Vê carê PDK naxwaze derfeta pêngavekê li Rojhilat ji bo PKKê bihêle.”

 

Pêwendiyên berfereh ên aborî di navbera Îran û Tirkiyê de hene. Di navbera herdu aliyan de 3 deriyên sînor ên baziganiyê hene. Yek ji wan Esendere ya Geverê, ya din Kapikoy a Wanê û ya din a herî mezin jî Gurbulak a Agiriyê ye.

 

Tirkiye ji sedî 30ê pêwîstiya xwe ya gaza xwezayî bi rêya xeta boriya Tebrîz-Enqere ve pêşwazî dike. Herwiha ji bo petrol xam û gaza Îranê di ser Tirkiyê re bigehe bazarên cîhanê, herdu welatan di sala 2010ê de rêkeftin li ser xeta boriya Nabucco mor kirin.

 

"Şer dê bandorê li pêwendiyên Tirkiye û Îranê bike"

 

Lê ji aliyê din ve, di mijarên siyasî de, pirsgirêk di navbera Tirkiye û Îranê de hene. Ji ber vê yekê tê gotin dibe ev şer bandore li pêwendiyên herdu aliyan jî bike. 

 

Derbarê vê mijarê de Îlhamî Işik wiha axivî:

 

“Tirkiye ji Îranê re dibêje hûn li gor xwe rêxistinên terorê ava dikin. Dê rojek bê ew teror derbeyê li we bide. Ji ber mijara Sûriyê, pêwendiyên Tirkiye û Îranê ne baş in. Herwiha pêwendiya Îranê ya li gel Qendîlê jî, ji herdu aliyan re pirsgirêkên cidî peyda dike. Heger şerê PDK-Î berfereh bibe, dê ev yek rola Îranê jî biguhere. Lê niha hê zûye mirov behsa bandora vî şerî ya li ser pêwendiyên Îran û Tirkiyê bike.”

 

Li gor Nîhat Alî Ozcan jî berdewamkirina vî şerî ne di berjewendiya Tirkiyê de ye, ji ber ku Tirkiye naxwaze li herêmê pirsgirêkên ewlekariyê nêbibin. Ozcan dibêje ku mirov dikare vê yekê weke peyamekê ji bo Îranê bixwîne ku xwe ji Sûriyê û Îranê dûr bixe. Herwiha Ozcan diyar dike ku di ware aborî, bazirganî û enerjiyê de jî hemahengî û danûstandinek berfereh di navbera Îran û Tirkiyê de heye. Ji ber vê yekê jî, rikberiya di navbera aliyan de berdewam bibe jî herdu dewlet li ser mijara şerê PKD-Î nayên hemberî hev.

 

Muhammet Yanmiş dibêje Tirkiye nikare demekê dirêj bi siyaseta navxwe û derve ya Îranê ve mijûl bibe. Ji ber ku di rewşek wiha de wê Îran zû bersiva Tirkiyê bide. 

 

Li gor nêrîna Yanmiş Tirkiye bi destpêkirina şerê PDK-Î kêfxweş e û dibêje:

 

“Ev mijar pêwendiyên Tirkiye û Îranê têk nabe. Lê ew derfeta Tirkiyê nemaye ku li gel ti aliyekê şer bike. Heger wiha bike ev dibe dînatî. Lê ji bin ve dixwaze ev şer berdewam be. Tirkiye dixwaze şerê bi wekalet dirêj bibe.”