Bi alîkariya IOM jinên Sûrî li Kuwêytê mafûrên xwe difiroşin

09-06-2022
RÛDAW
Jinên Sûrî yên koçber ên li Kuwêytê mafûr û xalîçeyên bi nexş û nîgar çê kirine û di mezadekê de nîşanî xelkê wî welatî dan.
Jinên Sûrî yên koçber ên li Kuwêytê mafûr û xalîçeyên bi nexş û nîgar çê kirine û di mezadekê de nîşanî xelkê wî welatî dan.
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Jinên Sûrî yên koçber ên li Kuwêytê mafûr û xalîçeyên bi nexş û nîgar çê kirine û di mezadekê de nîşanî xelkê wî welatî dan.

Ew mezada xêrxwazî bo firotina mafûrên destî yên jinên Sûrî yên koçber li Kuwêtê ji aliyê Rêxistina Navdewletî ya Koçberiyê (IOM) ve hatibû amadekirin, têde xaliyên 70 jinên Sûrî hatin nîşandan.

Her xalîçeyek di wê mezadê de hatiye danîn, taybetmendiyên wê li ser hatine nivîsandin û nirxê wê jî hatiye diyarkirin.

Mazin Abul-Hassan, Serokê Şanda Rêxistina Navneteweyî ya Koçberan li Kuwêytê dibêje,“Bi hevkariya Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Kuwêtê, em mazûvaniya yekem mezada xêrxwaziyê li Kuwêtê dikin. Ev xalîçe encama projeyekê ne ku ji aliyê Rêxistina Navdewletî ya Koçberiyê ve bi alîkariya madî ya Kuwêytê di sala 2019an de ligel jinên Sûrî yên derbider hatiye bicihkirin. Li gor vê yekê, çend jin fêrî çêkirina mafûran bûne.”

Ev projeya ku piştgiriya jinên Sûriyê yên penaber dike û di serdema berî Coronayê de hatibû destpêkirin, bûye çavkaniyek ji bo zêdeyî 70 jinên Sûrî yên li Kuwêtê.

Serokê şande Rêxistina Navneteweyî ya Koçberan li Kuwêytê diyar dike,"Ev proje zêdeyî 18 mafuran li xwe digre, hinek ji wan berî belavbûna Coronayê hatine firotin, lê bi hatine Coronayê em neçar bûn mezadê dereng bixin. Zêdeyî 70 jin beşdarî vê projeyê bûn. Hemû mafûr bi destan hatine çêkirin,  demek dirêj pêwîste bo çêkirine wan. Hinek perçe 72 heta 100 demjimêran kar pêwîst e.”

Her mafûrek taybetmendiyên wê li ser hatine diyarkirin û nerxekî destpêkê bo hatiya destnîşankirin.

Cîgirê Rêveberê Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Kuwêytê dibêje, wan gelek kesayetî û bazirgan vexwendî mezadê kirine ji bo ku berhemên jinên Sûrî ji xwe re bikrin.

Hamad Jarrah Al-Omar, Cîgirê Rêveberê Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Kuwêtê ragihand, “Ev mezad bo rojekê ye. Me hejmarek ji endamên kompanya û kesên giringiyê bi van corên pêşangehan didin vexwendine. Bihayekî destpêkê bo her mafûrekê hatiye destnîşankirin, ku wek pêşniyara destpêka mezadê ye.”

Vekirine projeyên wiha hem dibe derfet bo jinên beşdar daku debara jiyana xwe pê bikin, hem jî fêrî pîşeyekê dibin ku di siberojê de karibin sûdê jê werbigrin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst