Alîgir û dijberên Hizbullahê li ber balyozxaneya Îranê li hev dan

 

Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn li ber avahiya balyozxaneya Îranê li bajarê Bêyrûta paytexta Libnanê, kesekî sivîl ku “li dijî hebûna Hizbullahê li nav Sûriyê de bûye” hatiye kuştin.

Li gorî nûçeya televîzyona El Erebiye ya Erebistana Siûdî, îro (09.06.2013) komek xwepêşander li ber avahiya balyozxaneya Îranê li Bêyrûtê kom bûn û li dijî hebûna hêzên Îran û Hizbullaha Libnanê li nav Sûriyê nerazîbûn nîşan dan.

Li gorî nûçeyê, xwepêşanderên han rastî êrişa çekdarî hatin û di encamê de kesek hat kuştin û hinek jî birîndar bûn.

Heta niha nehatiye zanîn ka encamderên wê êrişê kî bûne.

Ji aliyekî din, jêderên ewlehî yên Libnanê ragihandin ku bûyera han ji ber pevçûna navbera alîgirên Hizbullah û dijberên wê rêxistinê li ber balyozxaneya Îranê li Bêyrûtê qewimîye.

Heta niha Hizbullaha Libnanê bi awayekî eşkere ragihandiye ku hêzên xwe şandiye Sûriyê ji bo alîkariya Beşar Esed lê Îranê vê yekê red dike.

Çend roj berê dema artêşa Beşar Esed bi alîkariya Hizbullaha Libnanê bajarê Qusêr ji bin kontrola hêzên artêşa azad a Sûriyê derxistin, Amerîka ji Hizbullah û Îranê xwest hêzên xwe ji nav Sûriyê vekişînin.