Umit Ozdag: Mesele projeya avakirina Kurdistana Mezin e

09-05-2022
RÛDAW
Nîşan Umit Ozdag Partiya Zafer Kurdistana Mezin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Giştî yê Partiya Zafer Umît Ozdag diyar kir, li erdnîgariya ku HDP lê bi bandor e, PKK dê bi piştevaiya emperyalîzmê dest bi serhildaneke mezin bike û got, "Mesele ne pirsgirêka penaberan e, lê belê projeya avakirina Kurdistana Mezin e li Rojhilata Navîn."

Serokê Partiya Zafer a neteweperest Umît Ozdag ku di van demên dawîn de li dijî hebûna hemû penaberan li Tirkiyê û bi taybetî jî penaberên Sûrî yên li Tirkiyê ye û bi nirxandinên xwe yên li ser vê mijarê derketiye pêş, îdia kir ku mesleya penaberan di rastî de “projeya avakirina Kurdistana Mezin e”.

Partiya Zafer roja Yekşembê 8ê Gulana 2022an li ser hesabê twîtterê yê bi navê Zafer Politik vîdyoyek belav kiriye ku têde Umit Ozdag behsa pirtûka xwe ya bi navnîşana Koçberiya Stratejîk dike û îdia dike, koçber û penaberên Sûrî yên ku çûne Tirkiyê di encama bombebaranan de neçûne wî welatî belku ji bo ku biçin Tirkiyê, ew hatine bombebarankirin. Ozdag wiha dibêje, “Ji ber bombebaranê nehatine, ji bo hatinê hatine bombebarankirin.”

Ozdag îdia kir ew koçber ji bo derxistina aloziyeke navxweyî li Tirkiyê hatine bikaranîn.

Ozdag got, “Hûn dizanin dema ku em wek dewlet hewl bidin vê aloziya navxweyî li ber xwe bidin wê çi bibe? (îşaret bi Rojava kir) PYD/PKKya ku li vir amade kirin û PKK/PYD (îşaret bi Herêma Kurdistanê kir) li vir dê bi piştgiriya emperyalîzmê êrîşî Tirkiyê bikin da ku li vê erdnîgariya ku HDP lê bi bandor e, serhildaneke mezin bidin destpêkirin.”

Di vîdyoyê de Serokê Partiya Zafer Umît Ozdag li ser nexşeya li pêş xwe navçeyên Kurdistanê yên li Rojav, Başûr û Bakurê Kurdistanê dike û dibêje, mesele ne meseleya koçberên Sûrî, lê belê projeya avakirina Kurdistana Mezin e. Umît Ozdag got, “Ev bi rastî ne mijara penaberan e, projeya avakirina Kurdistana Mezin li Rojhilata Navîn e.”

Roja Sêşembê 3ê Gulanê jî li Tirkiyê kurtefîlma “Dagirkariya Bêdeg” ku behsa guhertina demografiya Tirkiyê dike, li ser YouTube hatibû belavkirin. Êvara heman rojê Hande Karacasû derhênerê fîlmê bi tohmeta sextekarî, xapandin û handana kîn û nefretê li beramber koçberên Sûrî hat desteserkirin lê derengê heman şevê hat berdan.

Umit Ozdag ragihandiye, tevahiya lêçûnên wê kurtefîlmê qebûl kiriye.

Belavkirina wê kurtefîlmê li Tirkiyê bû sedema nîqaşeke zêde li wî welatî û nakokiyên navbera Serokê Partiya Zafer ligel hikûmetê û bi taybet Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu kûrtir kir.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst