Mehmûd Ebas: Em ji bo aştiyê amade ne

09-05-2017
RÛDAW
Nîşan Filistîn Îsraîl aştî du dewletî
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Serokê Filistînê Mehmûd Ebas ragihand, ji bo piştgiriya pêvajoya çareseriyê, ew amade ye bi Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu re hevdîtinê pêk bîne.

 

Mehmûd Ebas li Kerta Rojava ya Filistînê li gel Serokomarê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier hevdîtinek pêk anî û piştî hevdîtinê bi hev re konferanseke rojnamevaniyê li dar xistin.

 

Ebas diyar kir, ku li ser xebatên azadî û serxwebûna gelê Filistînê, agahî dane Serokomar Frank-Walter Steinmeier.

 

Herwiha Serokê Filistînê destnîşan kir, li gel Steinmeier li ser pirsgirêkên herêmî axivîne û bal kişandiye ser wê yekê ku divê ji bo parastina yekparçebûna van welatan bi rêyên diyalog û aştiyê çareserî were lêgerîn. Ebas diyar kir, ku ji bo aştiyê, ew amade ye li gel Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu hevdîtinekê pêk bîne.

 

Mehmûd Ebas aşkere kir, ew cardin tîne ziman ku ew li gel aştiya bi biryarên rewa yên navdewletî ne û ew girêdayî çareseriya du dewletî ne.

 

“Ji bilî çareseriya du dewletî rêyeke din tine ye.”

 

Serokomarê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier jî ragihand, Amerîka li gel Îsraîl û Filistinê ketiye pêwendiyê û di encama vê de li herêmê hin civîn dê werin pêkanîn. Herwiha Steinmeier diyar kir, ku “ji bilî çareseriya du dewletî rêyeke din tine ye.”

 

Frank-Walter Steinmeier got: “Ji ber ku min serdana xwe ya yekem a derveyî welêt, ber bi herêmê kir, ez xwe pir bextewar hîs dikim. Di navbera me û dewleta Filistînê de ceribandineke baş heye û em şirîkên hev ên ji hev ewle ne. Em bi vê yekê jî şanaz in.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst