Erdogan û Ebduletîf Reşîd pêwendiyeke telefonî pêk anî

09-04-2024
RÛDAW
Nîşan Îraq Tirkiye Erdogan Ebduletîf Reşîd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan û Serokkomarê Îraqê Ebduletîf Reşîd di pêwendiyeke telefonî de mijarên wekî “rûbirûbûna terorê”,  Projeya Rêya Geşepêdanê û pêwendiyên dualî gotûbêj kirin.

Serokkomariya Tirkiyeyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku Recep Tayîp Erdogan û Ebduletîf Reşîd pêwendiyeke telefonî pêk anî.

Li gorî daxuyaniyê di pêwendiya telefonî de danûstanên Enqere û Bexdayê, “rûbirûbûna terorê”, mijarên herêmî û Projeya Rêya Geşepêdanê hatin gotûbêjkirin.

Herwiha hat gotin ku Erdogan û Ebduletîf Reşîd Cejna Remezanê li hev pîroz kir.

Biryar e Erdogan di nava vê mehê de biçe Bexdayê û bi Serokwezîr û Serokkomarê Îraqê re bicive.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst