Îsraîl: Em dê zererê bidin aboriya Tirkiyeyê

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Yisrael Katz got, "Em dê tedbîrên ku zererê bidin aboriya Tirkiyeyê wergirin."

Wezareta Bazirganiyê ya Tirkiyeyê biryar da ku ji 9ê Nîsanê (îro) pê ve 54 berhemên ku ji Îsraîlê re tên hinartin sînordar bike.

Wezareta Bazirganiyê ya Tirkiyeyê herwiha ragihand, heta ku Îsraîl li Xezeyê demildest agirbestê ranegihîne û destûrê nede alîkariyên mirovî dê sînordarkirina diyarkirî berdewam bike.

Piştî vê daxuyaniya Wezareta Bazirganiyê ya Tirkiyeyê, Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Yisrael Katz jî li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku ew dê bersiva vê pêngava Tirkiyeyê bidin.

Yisrael Katz amaje bi wê yekê kir Tirkiyeyê peymanên bazirganiyê binpê kirine û da zanîn, Îsraîl dê bi sînorkirina bazirganiyê ya berhemên Tirkiyeyê, bersivê bide.

“Erdogan ji bo piştgiriya Hemasê berjewendiyên gelê Tirk dike qurbanî”

Yisrael Katz di peyama xwe de Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî etîket kir û got:

“Erdogan ji bo piştgirîya qatilên Hemasê yên ku li Xezayê tecawizî jin, keç û mezinan dikin û wan dikujin û zarokan bi saxî dişewitînin, dîsa berjewendiyên aborî yên gelê Tirk dike qurbanî.”

Katz diyar kir ku welatl wî dê dê li hemberî tundî û xespê serî netewîne û got:

“Îsraîl binpêkirinên yekalî yên peymanên bazirganiyê qebûl nake û dê li hemberî Tirkiyeyê tedbîrên paralel ên ku zererê bidin aboriya Tirkiyeyê wergire.”