Şerê Hizbulah û Îsraîlê Libnan wêran kiriye

09-04-2024
Êrişeke Îsraîlê ya li başûrê Libnanê / Wêne: AFP-Arşîv
Êrişeke Îsraîlê ya li başûrê Libnanê / Wêne: AFP-Arşîv
Nîşan Libnan Îsraîl Hizbulah Şer Wêranî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Şer û pevçûnên Hizbulah û Îsraîlê xisareke zêde daye Libnanê.

Bajarokê Beldeyê ye li başûrê Libnanê yek ji wan deveran e ku şopên şer lê gelekî zindî ne.

Ji ber van şer û pevçûnan piraniya bajêr wêran bûye û vugeriye rengekî kavil û nîvmirî.

“Îsraîlê ev der wêran kiriye”

Şêniyê bajarokê Beldeyê Mûsa Îsa wiha axivî:

“Hûn dibînin ku Îsraîla dijmin û siyonîst ev der çawa wêran kiriye.

Em bi biryar in ku vê derê ji berê xweşiktir ava bikin, bêyî ku em guh bidin wê hemû dijminatiya ku li hemberî me tê kirin.”

Piştî ku 7ê Çiriya Peşîna 2023yan şerê Hemas û Îsraîlê dest pê kir, şer û pevçûn li herêmên sînorî yên başûrê Libnanê û bakurê Îsraîlê jî gur bûne.

Ji ber wan şer û pevçûnan li nav Libnanê 359 kes hatine kuştin ku 289 kes ji wan çekdarên Hizbulahê, 70 ji wan jî sivîl bûne.

Herwiha ji ber wan aloziyan, nêzîkî 100 hezar sivîlên Libnanî koçber bûne.

Li hêla din, li aliyê Îsraîlê 22 kes hatine kuştin ku 14 ji wan leşker bûne.

Herî kêm 80 hezar Îsraîlî jî koçber bûne.

“Eniya Berxwedanê ji şer natirse”

Sekreterê Giştî yê Hizbulahê Hesen Nesrullah anî zimên ku ew “serkeftî” ne û got:

“Eniya Berxwedanê ji şer natirse û bê xem e.

Di şeş mehên borî de bi nêrîneke stratejîk pêşengiya şer kiriye, bi awayekî ku serkeftî be û Libnanê jî biparêze.”

Îsraîlê heta niha bi rêya êrişên asmanî li nav Libnanê hezar û 400 cih kirine hedef.

Herwiha bi rêya êrişên bi roket û tankan jî 3 hezar û 300 cih kirine armanc.

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu jî behsa rola Îranê ya di vî şerî de kir û anî zimên:

“Vî şerî ji cîhanê re îsbat kir ku Îran li pişt wan hemû êrişan e ku bi rêya grûpên wê tên kirin.

Ji 7ê Çiriya Peşîn ve gelek êriş hatine kirin.

Gelek jî ji aliyê grûpên wekî Hemas, Hizbulah, Hûsî û grûpên milîs ên li Îraq û Sûriyeyê ve hatine kirin ku nêzîkî Îranê ne.”

Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku ji destpêka şerê Xezeyê ve sê hezar û 100 roket ji nav axa Libnanê ber bi axa Îsraîlê ve hatine avêtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst