Artêşa Îsraîlê êrîşî çend navendên artêşa Sûriyê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê êrîşî çend pêgeh û navendên artêşa Sûriyê kir.

Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê ragihandiye ku îro serê sibehê artêşa Îsraîlê bi mûşekan ji aliyê Colanê ve êrîşî çend xalan li navçeya başûrê Sûriyê kiriye û sîstema berevaniyê hinek ji wan mûşekan anîne xwarê. Li gor Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê, zerarên maddî hene.

Artêşa Îsraîlê di Twittekê de ragihandiye ku firokeyên wan êrîşî hinek pêgehên din ên nava axa Sûriyê kirine û komelgeheke leşkerî ya Firqeya Çar, herweha sîstema radar û hinek pêgehên topavêj ên artêşa Sûriyê kirine armanc.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avichay Adraee jî li ser Twîterê belav kiriye ku, firokeyên şer ên Israîlê êrîşî hinek armancên din li Sûriyê kirine di nav de komelgeheke leşkerî ser bi Firqeya Çarê û hinek radar û pêgehên din ên ertêşa Sûriyê. Ev êrîş piştî ku droneke Îsraîlê êrîşî sekoyeke avêtina mûşekan kir ku ji bo avêtina topan di nava axa Sûriyê de hatiye bikaranîn.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê herweha dibêje, ev êrîş weke bersivekê ne li ser avêtina hinek topan ji nav axa Sûriyê ber bi Îsraîlê ve û artêşa Sûriyê ji wê ya di nav axa wê de çêdibe berpirs e û nahêlin hewl ji bo binpêkirina serweriya Îsraîlê bên dayîn.

Di Twitteke din de Berdevkê Artêşa Îsraîlê dibêje, artêşa wan êrîşî hinek pêgehan li Sûriyê kiriye piştî ku ji nav Sûriyê sê top ber bi Îsraîlê ve hatine avêtin, ku du ji wan topan ketine nav axa Îsraîlê de û ya sêyem jî li navçeyeke vekirî ketiye, herwiha yeke din jî aliyê berevaniya asmanî ve hatiye xistin.

Berî wê yekê jî, Avichay Adraee belav kiriye ku sê top ji nav Sûriyê ber bi Îsraîlê ve hatine avêtin.