Siûdiyê şert û mercên Hecê diyar kir

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Hec û Umreyê ya Erebistana Siûdiyê şert û mercên çûyîna Hecê ragihand.

Wezareta Hec û Umreyê ya Erebistana Siûdiyê diyar kir ku îsal tenê milyonek kes dikarin beşdarî Hecê bibin.

Wezareta Hec û Umreyê di daxûyaniya xwe de destnîşan kir ku kesên temenên wan di bin 65 salan de ye dikarin beşdarî Hec a îsal bibin.

Erebistana Siûdiyê sala 2019an welatiyên Siûdiyê jî di nav de rê dabû 2 milyon û 500 hezar kesan ku bikaribin beşdarî Hecê bibin.

Di sala 2020an de ji ber belavbûna virusa Coronayê tenê destûr ji hezar kesan re derketibû ku bikaribin beşdarî Hecê bibin.

Di sala 2021an de ev hejmar derket 60 hezar kesên ji welatên din û welatiyên Erebîstana Siûdî, bi şerta ku du caran derziya Coronayê li xwe dabin, ew kesên beşdar bûn jî bi peşkavêtinê hatin hilbijartin.

Ji bo sala 2022an Wezareta Hec û Umreyê ya Siûdiyê ji bo kesên ji derveyî Erebîstana Siûdiyê diçin Hecê şert danîne û diyar kiriye ku divê ew kesên dixwazin beşdarî Hecê bibin temenê wan di bin 65 salî de be û divê herî kêm 72 saetan berî ku bigihêne Erebîstana Siûdî testa Coronayê bikin.