Li nexweşxaneyeke Îmarata Erebî dermankirina birîndarên erdhejê berdewam e

09-03-2023
Xalid Cemîl Mihemed
Li nexweşxaneyeke Îmarata Erebî dermankirina birîndarên erdhejê berdewam e
Li nexweşxaneyeke Îmarata Erebî dermankirina birîndarên erdhejê berdewam e
Nîşan Erdhej Îmarata Erebî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di erdheja li Rojavayê Kurdistanê, Sûriyê, Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê de bi hezaran welatiyên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê birîndar bûn, birînên bi dehan kesan ji wan giran bûn. Li nexweşxaneyeke Abu Dhabi ya li Îmarata Erebî 12 kesên Sûrî ku bi sedema erdheja 6ê Sibatê birîndar bûbûn, hatin veguhestin bo wê nexweşxaneyê, da çareseriya tendirustî ji wan re bê kirin.

Şam keçeke Sûrî ya 9 salî ye, li bajarokê Ermenaz ê ser bi parêzgeha Idlibê, 40 demjimêrê li jêr kavilan mabû û heta niha nizane ku dêya wê, di erdhejê de, canê xwe jidest daye.

Şam ligel birayê xwe Omer, ji mirinê rizgar bûn.

Bavê Şam Mihemed Şêx Mihemed got, “Rewşa wê ya tendirustî cîgir e û bijîşkan karên pêwîst kirin, ew niha di rewşeke tendirustî ya baş de ye, cîgir e.”

Esraa jî, keçeke 17 salî ye, ji bajarê Ceblê ye. Nizane ku dê, bav û 4 birayên wê, herwiha zavayê wan û keçeke wî, di erdhejê de canên xwe jidest dane.

Birayê Esrayê Mihemed Ebdulla got, “Derz di serê wê de heye, duh me neştergerî ji newqa wê re kir, me bursî û sîx jê re danîn. Piyê wê yê rastê jî deriziye.”

Weke Şam û Esraa, gelek çîrokên diltezên hene ku bi sedema erdhejê çêbûn.

Cîgirê Rêveberê bijîşkî li bajarê Şêx Şexbût ê pizîşkî Îmaratê Erebî Ebdulqadir El-Misebî anî ziman, “Bajarê Şêx Şixbût ê bijîşkî pêşwazî li hejmarekê ji birîndaran kir, ji Komara Sûriyê, ku rastî erdhejê bû. Yekser dema gihiştin vê derê, li nexweşxaneyê, bijîşkên pispor di warên cuda de, çavdêrî li kesan kir. Piraniya wan şikestin bûn, di deverên cuda de ji laş.”

Erdheja 06ê Sibatê, ku gihişte 7.8 pileyan, ziyaneke mezin gihande navçeyeke berfireh li Sûriye û Tirkiyê û di encamê de, bêhtir ji 50 hezar kesî li herdu welatan canên xwe jidest dan bi hezaran kes jî birîndar bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst