Bandora şerê Rûsya û Ukraynayê li ser aboriya welatan

09-03-2022
RÛDAW
Stasyoneke sotemeniyê li Beyrut a paytexta Lubnanê.
Stasyoneke sotemeniyê li Beyrut a paytexta Lubnanê.
Nîşan Rûsya Ukrayna Lubnan Şerê Rûsya û Ukraynayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Krîza şerê Rûsya û Ukrayna bandor li ser aboriya hemû welatan kiriye, di nav de jî welatên li ser Deryaya Spî û bi taybet jî bandor li Lubnanê kiriye û nirxê sotemeniyê li wî welatî bilind bûye.

Ev dîmenên wêstgeheke Beyrûta paytexta Lubnanê ne, diyar dike çawa otomobîl ketine nobetê, çaverêyî wergirtina sotemeniyê ne, ku ne tenê kêm bûye, lê belê nirxê wê jî bilind bûye.

Bi gotina hinek welatiyan, gelek wêstgehên sotemeniyê li Lubnanê, li gor pêwîst sotemeniya li cem xwe dabeş nakin û li benda wê yekê ne ku nirx bilind bibin û sûdeke bêhtir bibînin.

Cemal Mekî, Rêveberê Wêstgeha (Eytam) li Lubnanê dibêje, “Wêstgeh hene, ku hejmara wan 3 hezar û 300 wêstgeh e, 6-7 milyon lître yan bêhtir, embarkirî li cem wan hene. Piraniya wêstgehan çaverêyî bilindbûna nirxan in, hemû li ser sozê bûn ku îro lîsteya bilindkirina nirxan bigihêje lê nirx bilind nebûn, hêj bilind nebûne. Lewma em dibînin ku ev tabûr hene. Lê hinek wêstgeh jî hene vekirî ne.”

Bandora krîza Ukryna, bi sedema operasyona leşkerî ya Rûsya, li ser hemû welatên cîhanê heye, di nav de jî Lubnan, ku nirx necîgir in, êdî rengvedana vê yekê li ser rewşa jiyanê bi giştî diyar dibe.

Fadî Ebûşeqra, Nûnerê Yekîtiya Dabeşkerên Sotemeniyê li Lubnanê dibêje, “Şerekî cîhanî heye, em hemû dizanin çi bûye, em dizanin bermîla petrolê li kûderê ye, pêwîstiya vê tevî bi çareseriyê, hevdîtinan û civînan heye, ji bo ku nirx bêne diyarkirin, ji bo ku rewş di navbera grîmaniyê û bazara xwecihî de bê dîtin, di navbera kompanyayên hawirdekar û lîsteya nirxan de.”

Nirxê petrola Brent li welatên Parzemîna Asya zêdetir ji 12% bilind bûye û di bilindbûnê de jî berdewam e.

Banka Navdewletî jî ragihandiye, ku li ser asta cîhanê Lubnan di yek ji xirabtirên krîzên aborî re derbas dibe.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst