Hewlêr (Rûdaw) - Amarên herî nû yên erdhejê, 3 hezar û 212 kesan canê xwe ji dest dane û 4 hezar û 535 birîndar bûne.
Li Sûriyê Rêxistina Kumsipiyan a Sivîl a Sûriyê û Wezareta Tendirustiya Sûriyê amaran belav dikin, yek li navçeyên Hikûmetê û ya din jî li navçeyên opozisyonê.
Li gorî Rêxisitna Kum Spiyan, ji 6ê vê mehê ve û heta îro, li bakurê Rojavayê Sûriyê hezar û 950 kesan canê xwe ji dest dane û 2 hezar û 950 kesan.
Wezareta Tendirustiya Sûriyê ji duh ve amarên nû belav nekiriye, li gorî amarên duh, li navçeyên di bin kontrola Hikûmetê de hezar û 262 kesan canê xwe ji dest dane û 2 hezar û 285 kes birîndar bûne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse