Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentoya Libnanê piştî 2 salan a valahiya erk, serokkomarê nû hilbijart.
Li Libnanê di gera duyem a dengdanê de Joseph Aoun wekî serokkomarê nû hat hilbijartin.
Joseph Aoun wekî Serokkomarê nû yê Libnanê hat hilbijartin û bû 14emîn Serokkomarê Libnanê.
Joseph Aoun Fermandarê Giştî yê Artêşa Libnanê bû.
Piştî ku di gera yekem de ti namzedan dengên pêwîst bi dest nexistin, hilbijartin çû gera duyem û di gera duyem de Joseph Aoun ji 128 dengan 99 deng bi dest xistin û piştî du salan a valahiya erk, bû serokkomarê nû.
Aoun piştî ku sonda destûrî xwar, derbarê pêwendî û aloziyên welatê xwe yên bi Îsraîlê re ragihand ku ew dê pêbendî agirbestê bin û got:
“Em dê ji bo nehiştina dagirkeriya Îsraîlê bixebitin.”
Di hilbijartinên îro de, Joseph Aoun bi Wezîrê berê yê Darayî yê Libnanê Elyas Beysirî û Birêvebirê Giştî yê Ewlehiya Niştimanî Cîhad Ezwer re beşdarî hilbijartinan bû.
Xula serokkomariya Michel Aoun ê serokkomarê berê yê Libnanê sala 2022yan qediyabû lê ji ber şer û pevçûnên herêmê û piştre jî şerê Hizbulah û Îsraîlê nikaribûn serokkomarê nû hilbijêrin.
Di van du salên dawî de Serokwezîrê Libnanê karûbarên Serokkomar bi rê ve dibirin.
8ê Kanûna Paşîn a 2025an Suleyman Franjiyeyê namzedê Hizbulahê vekişiya û piştgiriya xwe ji bo Joseph Aoun ragihand, ji ber vê jî piştgiriya herî zêde ji bo wî fermandarê leşkerî derket holê.
Li Libnanê hilbijartinên serokkomariyê li gorî xala 49an a Destûra Libnanê tê lidarxistin.
Divê kesê ku dibe Serokkomarê Libnanê Xirîstiyan be.
Serokkomariya li Libnanê 6 sal in û dengdan bi vî awayî ye: Di gera yekem a dengdanê de pêwîst e her namzedek du ji sisêyên dengên endamên parlamentoyê bi dest bixe.
Eger ti namzed nikaribin wan deng bi dest bixin, divê biçin gera duyem û di gera duyem de kî dengêm herî zêde bi dest bixe dê bibe Serokkomarê Libnanê.
Hilbijartinên Serokkomariya Libnanê di demekê de ye ku welat di nav gelek qeyranên aborî, siyasî û leşkerî de ye.
Joseph Aoun sala 1964an li Libnanê ji dayîk bûye û ji sala 2017an ve Fermandarê Giştî yê Artêşa Libnanê ye.
Aoun li Zanîngeha Amerîkî-Libnanî xwendiye û zimanên Erebî, Fransî û Îngilîzî dizane, ew zewicî ye û bavê kurek û keçekê ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse