Hewlêr (Rûdaw) - Li Xezeyê 3 leşkerên din ên Îsraîlê hatin kuştin.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku di pevçûnên li bakurê Xezeyê de 3 leşkerên wan hatine kuştin.
Di daxuyaniya nivîskî ya artêşê de hat gotin ku di pevçûnên li Beyt Hanûna li bakurê Xezeyê de 3 leşkerên Îsraîlê hatine kuştin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku du ji wan serçawîş bûne.
Her wiha di heman pevçûnê de sê leşkerên din ên Îsraîlê jî birîndar bûne ku yek ji wan efserek e û rewşa wî giran e.
Hejmara leşkerên Îsraîlî yên ku ji destpêka êrişên bejahî yên 27ê Çiriya Pêşîn a 2023yan û vir ve di pevçûnên li Xezeyê de hatine kuştin derket 396an.
Li gorî amarên artêşa Îsraîlê, hejmara leşkerên ku ji 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan û vir ve hatine kuştin gihişt 831ê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse