Lîbya bi piştevaniya Tirkiyê dest bi operasyonek mezin dike

09-01-2021
Nîşan Lîbya Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Navxwe yê Lîbyayê Fethi Başaxa ragihand ku  ew dê bi piştgiriya Tirkiyê operasyonekê li hemberî mîlîtanên rojavayê welatê xwe û bazirganên mirovan lidar bixin û niha amadekariyên wê dikin.

Wezîrê Navxwe yê Lîbyayê Fethi Başaxa di daxuyaniyekê de diyar kir ku ew ji rêveberiya serokê hilbijartî yê Amerîkayê Biden bi hêvî ne ku piştî şer cîgirî li welatê wan çêbibe û daxwazê dike ku Amerîka jî piştgiriya vê operasyonê bike.

Başaxa ku weke berbijêrê herî li pêş yê serokwezîriyê bo hikûmeta dahatî tê dîtin, dibêje dê temamê hêzên biyanî qonax bi qonax ji welatê wan derkevin.

Li gorî medyaya Amerîkî, Tirkiyê û Rûsya berê xwe dane peymanên milyar dolarî yên Libyayê, lê Başaxa dibêje, wan vekirî ji Rûsya re gotiye ku beriya axaftina li ser peymanên kar divê ew serbazên xwe yên bi pere ji Lîbyayê derxîne.

Peymana Agirbestê ya li Libyayê, derketina temamê hêzên biyanî di nava 3 mehan de, paqijkirina mayinên li ser xeta şer û vekirina rêya beravên Sirte-Misrata li xwe digre.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst