DEM Partiyê li ser rewşa Sûriyeyê daxuyanî da
Hewlêr (Rûdaw) - DEM Partiyê ragihand ku divê şerê navxwe yê li Sûriyeyê bi dawî bibe û got, "Pêwîst e rê li ber asayîbûna Sûriyeya bi rêveberiyeke veguhêz bê vekirin.”
Heyeta Tehrîr El Şamê ragihand ku wan Şama paytexta Sûriyeyê kontrol kiriye û Serokê Sûriyeyê Beşar Esed reviyaye.
Komîsyona Pêwendiyên Derve ya DEM Partiyê derbarê hilweşîna rejîma Esed daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Daxuyaniya DEM Partiyê bi navên Hevberdevkên Komîsyona Pêwendiyên Derve ya DEM Partiyê Ebru Gunay û Berdan Ozturk ve hat belavkirin.
Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) di daxuyaniya xwe de amaje bi salên destpêkê yên krîza Sûriyeyê kir û got:
“Şerê navxweyî yê ku ji sala 2011an ve li Sûriyeyê didome, îro veguheriye qada şerê desthilatê yê di navbera blokên cîhanî de û ji destêwerdana dewletên herêmê re vekirî ye.
Em dibin şahid ku şerê navxweyî bi pêvajoyeke bixwîn û wêranker berdewam dike.”
DEM Partî her wiha ragihand:
“Îro rejîma Esed li Sûriyeyê hilweşiya û li pey xwe nakokiyên etnîkî, mezhebî û olî û êşên mezin hiştin.
Em ji dil hêvî dikin ku hemû pêkhateyên Sûriyeyê bi çêkirina destûreke nû û lihevkirineke bihêz a giştgîr sûdê bigihînin aramî û aştiya herêmê da ku Sûriye ji dîrokê ders werbigire û bi hemû dînamîkên xwe careke din rabe ser xwe û welatekî azadîxwaz li ser bingeha nirxên demokratîk ava bike.”
“Divê civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî berpirsyariyê bigire ser xwe"
DEM Partiyê ji bo rewşa Sûriyeyê û xelkê wê yên koçber bûne jî bangî berpirsyariyê li civaka navdewletî kir û got:
“Ji niha û pê de, ji bo ku hemû Sûriyeyî vegerin welatê xwe û agirbest bi awayekî domdar berdewam bike divê civaka navdewletî û dema ku pêwîst be Neteweyên Yekbûyî berpirsyariyê bigire ser milê xwe."
DEM Partiyê di berdewamiya daxuyaniya xwe de got jî:
"Divê rê li ber asayîbûna Sûriyeya bi rêveberiyeke veguhêz bê vekirin ku ji aliyê nûnerên rewa yên Kurd, Erebên Sunnî, Erebên Elewî, Xiristiyan, Durzî û hemû pekhateyên din ve hatiye avakirin.
Em li hemberî destêwerdanên derve yên hêzên herêmê bangî hemû aliyan dikin ku haydar û hestyar bin û nehêlin ku li paşeroja demokratîk a Sûriyeyê derbe bên xistin.”