Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan got, “Heta ku HSD xwe neguhere em pê re diyalogê nakin.”
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ku di çarçoveya 22yemîn Foruma Dohayê de li Dohaya paytexta Qeterê ye li ser rewşa Sûriyeyê axivî.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan li Dohaya paytexta Qeterê pirsên rojnamegeran bersivandin.
Pêşkêşkarê Rûdawê Niwêner Fatîh pirsa, “Te got ku divê mixalefet hemû aliyên Sûriyeyê li xwe bigire, HSD jî xwe wekî mixalefetê dibîne. Gelo hûn dê pê re diyalogê deynin?” kir.
Hakan Fîdan got ku ew bi gelek aliyên Kurdan re di pêwendiyê de ne lê wî HSD bi PKKyê re pêwendîdar kir û got:
“Heta ku HSD xwe neguhere em pê re diyalogê nakin.”
Hakan Fîdan “guherîn” wekî şertê diyalogê destnîşan kir lê behda mebesta xwe ya ji guherînê nekir.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan li ser pêşhatên dawî yên li Sûriyeyê axivî û got:
“Mixalefetê niha Şam xistiye bin destê xwe. Rejîma Esed hilweşiyaye û Esed ji welêt derketiye. Em niha bi hevkarî hewla wê yekê didin ka em dikarin ji niha û pê ve ji bo pêçana birînên Sûriyeyê û pêkanîna yekitî, yekrêzî û ewlehiya wê çi bikin.”
"Rojên xweştir li pêşiya gelê Sûriyeyê ne"
Fîdan her wiha ragihand ku wan ji bo vegera koçberên Sûriyeyî yên li Tirkiyeyê jî dest bi xebatan kiriye.
Hakan Fîdan da zanîn ku wan li ser mijara Sûriyeyê ji doh ve li gel welatên herêmê û aktorên Sûriyeyê dest bi xebatan kiriye û anî ziman:
“Îraq û Tirkiye 2 welat in ku sînorên wan ên dirêj li gel Sûriyeyê hene.
Bi taybetî hevhangiya me girîng e. Her wiha Urdin, Erebistana Siûdiyê û Qeter di vî warî de ji bo me girîng in û em dê li gel wan jî xebatên xwe bidomînin.”
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê diyar kir ku ew li ser mijara Sûriyeyê li gel Amerîkayê jî di pêwendiyê de ne û da zanîn:
“Bi taybetî em hestiyariyên xwe yên li ser ewlehî û terorê bi wan re jî parve dikin.”
Fîdan diyar kir ku rojên pêş ji bo Sûriyeyê serdema derbasbûnê ne û anî ziman:
“Înşallah em dê bibînin ku rojên xweştir li pêşiya gelê Sûriyeyê ne.
Em hemû hestiyariya Serokkomarê me ya di vê mijarê de dizanin.”
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê behsa vegerandina koçberên Sûriyeyî yên li Tirkiyeyê jî kir ku hejmara wan zêdetirî 3 milyon kesî ye û got:
“Bi taybetî meseleya vegera koçberan a welatê wan gelek girîng e. Me li ser vê mijarê ji niha ve dest bi xebatan kiriye.”
#VÎDEO - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan pirsa Rûdawê ya li ser Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bersivand:
— RudawKurdi (@RudawKurdi) December 8, 2024
🎙️ Hakan Fîdan: Heta ku HSD xwe neguhere em pê re diyalogê nakin pic.twitter.com/9KdeXVbssc
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse