Li Agiriyê 28 kes hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê, doh bi hinceta “bazirganî û firotina madeyên hişbir” 28 kes hatin girtin.

Di çarçoveya lêpirsînên serdozderiyên Agirî û Bazîdê de, bi hinceta “bazirganî û firotina madeyên hişbir” derbarê 29 kesan de biryara desteserkirinê hat dayîn.

Hêzên ewlehiyê yên Agiriyê ji bo desteserkirina 29 kesan li navenda Agiriyê û navçeya Bazîdê dest bi operasyonê kir.

Hêzên ewlehiyê bi beşdariya 105 tîm û 369 kesan bi ser 36 navnîşanan de girt û wan 28 kes desteser kirin.

23 kesên ku hatin desteserkirin birin Rêveberiya Ewlehiyê ya Bazîdê û 5 kes jî birin Rêveberiya Ewlehiyê ya Agiriyê.

Piştî temambûna karên îfadewergirtinê 23 şandin Dadgeha Bazîdê û 5 kes jî şandin Dadgeha Agiriyê.

Her du dadgehan derbarê her 28 kesan de biryara girtinê da.