Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê dest danî ser keştiyeke Tirkiyê

08-12-2020
RÛDAW
Nîşan Keştiya Tirkiyê Lîbya Xelîfe Hefter
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Niştimaniya Lîbyayê ya di bin serokatiya Xelîfe Hafter de ragihand, wan dest daniye ser keştiyeke Tirkiyê ya bi alaya Jamaîkayê ku diçû Bendera Mîsratayê.

Li Reutersê, Berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Ehmed Mîsmarî diyar kir ku wan keştiya barhilgir a bazirganî ya bi navê Mabrouka li nêzî Bendera Dernayê dane sekinandin bi sedema ku rênimayiyên deryayî binpê kiriye û derbasî nav herêma qedexekirî bûye.

Li gor zanyariyên hatine belavkirin di keştiyê de 7 welatiyên Tirkiyê bi giştî 17 karmend hebûne û Mîsmarî dibêje, heta niha keştî nehatiye kontrolkirin.

Ji aliyê Tirkiyê ve heta niha derbarê bûyerê de ti daxuyaniyeke fermî belav nekiriye.

Li aliyê din Mîsmarî, Tirkiye bi berdewamiya şandina çek û çekdaran ji bo hikûmata Fayîz Serac a li  Trablûsê tohmetbar kir.

Berpirsê Ofîsa Rûdawê li Enqerê Şewket Herkî jî diyar kir, hinek çavkaniyê Tirkiyê dibêjin, wan peywendî li gel berpirsên keştiyê kirine û rewşa wan baş e û egera wê heye ew bên cezakirin û pişkinîn li keştiyê bê kirin.

Şewket Herkî amaje bi wê jî kir, li gor zanyariyên destpêkê di keştiyê de derman hebûne lê diyar nîne ka ew derman bo kîjan alî diçûn!

 

 

Li Lîbyayê ji sala 2011ê ve û piştî rûxana rejîma Muemer Qezafî, şerekî navxweyî heye, bi taybet di navbera du hikûmetên li rojava û rojhilatê wî welatî de.

Artêşa Nistimanî ya Lîbyayê ji destpêka şer vir de ji aliyê Rûsya, Îmarat û  Misirê ve tê piştgirîkirin. Li Lîbyayê di Cotmehê de peymanek agirbestê ya ku şerê dirêj dabû sekinandin hatibû îmzekirin.

Herdu alî bi serkêşiya Netewên Yekbûyî ji bo ku li seranserê welat  hilbijartinekê pêk bînin diyalogên siyasî berdewam dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst