Seed Herîrî ji bo alîkariyê bang li welatên Ereb û Ewropayê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Li Lubnanê, serokwezîrê bi wekalet Seed Herîrî û weke hewlekê bo alîkariya aboriya wî welatî, bang li çend welatên Ewropî kir ku hinardekirina madeyên sereke bikin bo xelkê Lubnanê, bi taybet xwarin û sûtemenî û qerebokirina kêmbûna darayi.

Seed Herîrî û bi rêya daxuyaniyekê de got ku pêwîstiya Lubanênê û xelkê wê bi alîkariyan heye û tekezî li Almaniya, Brîtaniya û Spaniya kir ku madeyên sereke ji xwarin û sûtemeniyê ji xellê Lubnanê re dabîn bikin.

Roja Înê jî Herîrî bank li çend welatên Ereb kir ku destê alîkriyê dirêjî xelkê Lubanênê bikin.

Ev heyama 2 mehan e, xelkê Lubnanê û ji ber rewşa aborî ya xerab û têkçûna kertên petrolê û xizmetguzariyê daketine kolanan û xwpêşandanan birêve dibin, hikûmeta wî welatî jî li gor daxwaza xwepêşanderan, dest ji kar berda.