Beyrût - (Rûdaw) – Birêvebirê Nexweşxaneya Refîq Herîriyê Dr. Cîhad Seade behsa rewşa mirovî ya li Libnanê kir û diyar kir ku ew di qeyraneke mezin a tenduristiyê de ne.
Rûdaw li Beyrûtê ye û rewşa mirovî ya li Beyrûtê ji cihanê re vediguhêzê.
Pêşkêşkarê Rûdawê Niwêner Fatih li Beyrûta paytexta Libnanê çû Nexweşxaneya Refîq Herîriyê.
Nexweşxaneya Refîq Herîriyê yek ji nexweşxaneyên herî mezin ên hikûmetê ye. Niha li nexweşxaneyê krîzeke mezin a dermanan heye.
Birêvebirê nexweşxaneyê Dr. Cîhad Seade ji Niwêner Fatih re behsa rewşa mirovî û tenduristiyê kir.
Li gorî gotina Dr. Cîhad Seade ji ber bombebaran, zêdebûna hejmara birîndaran ew di bin zexteke mezin a mirovî de ne.
Dr. Cîhad Seade amaje bi wê yekê kir ku kêmbûna dermanan, îstîfayên karmendên tenduristiyê, bi taybetî îstîfaya perestaran û belavbûna nexweşiyan karê wan gelekî dijwar kiriye.
“Derman kêm bûne û nexweşî zêde bûne”
Dr. Cîhad behsa rewşa beriya şer û piştî şer kir û wiha got:
“Sektora tenduristiyê ya Libnanê beriya şer di qeyranê de bû. Sedema wê qeyranê jî aborî bû.
Qeyrana aborî di gelek waran de bandorê li nexweşxaneyan dike, bandore herî li pêş û ya ku beriya her tiştî jî tê koçberbûna karmendên tenduristiyê ye.
Mijareke din kembûna amûrên bijîşkî û dermanan e ku bandora wê jî heye.
Bi taybetî em her tiştî bi lîreyên Libnanî dikirin lê em pêdiviyên bijîşkî bi dolaran dikirin.
Karê me berdewam dike, bandor negihiştiye wê astê ku em rawestin.
Niha hemû xizmet hene. Beriya şer me çend beş ji ber nebûna peresteran girtin.
Dema şer dest pê kir û Beyrût hat bombebarankirin, me ew beşên girtî dîsa vekirin.
Ji ber ku em neçar man ku li gelek birîndar û nexweşan binêrin.”
Li gorî gotina Dr. Cîhad Seade ji destpêka şerê navxweyî ve ew bi birîndarên şer re mijûl bûne û di nava 30 deqeyî de ew bi birîndaran derman dikin.
Dr. Cîhad Seade bangî civaka navneteweyî jî kir ku pêwîstiya wan bi dermanan heye û xwest rêxistinên navneteweyî alîkariyê bidin wan.
Şerê Hemas û Îsraîlê ji 20ê Îlonê ve derbasî Libnanê bûye.
Îsraîl êrişî baregehên Hizbulaha Libnanê dike û Hizbulaha Libnanê jî bi mûşekan êrişî Îsraîlê dike.
Li gorî raporên Neteweyên Yekbûyî (NY) ji ber êrişên Îsraîlê zêdetirî milyonek kesan koçber bûne.
Rûdaw yekem medyaya Kurdî û Îraqî ye ku tîmek ji bo veguhastina şerê Libnanê şandiye Beyrûtê.
Tîma Rûdawê ya li Beyrûtê rewşa dawî ya li Libnanê, şerê Îsraîlê û Hizbulahê bi rapor, vîdeo wêneyan bi zimanên Kurdî, Erebî û Îngilîzî belav dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse