Hemas: Me 136 wesayîtên artêşa Îsraîlê ji kar xistin

08-11-2023
RÛDAW
Nîşan Hemas Lêwayên Qesamê Ebû Ubeyde
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Lîwayên Qesamê ku şaxa leşkerî yê Hemasê ye, ragihand ku  ji destpêka ku artêşa Îsraîlê li Xezeyê operasyona bejayê daye destpêkirin û heta niha, wan 136 wesayîtên artêşê ji kar xistine.

Di têlevîzyona El Eqsayê de axaftina Berdevkê Lîwayên Qesamê Ebû Ubeyde hat weşandin.

Ebû Ubeyde îdia kir ku Îsraîlê çend roj berê nehişt ku 12 biyaniyên di destê Hemasê de werin berdan û got:

“Îsraîl nahêle ku girtî û biyanî werin berdan û jiyana wan dixe metirsiyê."

Ebû Ubeyde diyar kir ku bi Îsraîlê re peymana bihevguhertina dîlan vebijêrka tekane ye û got:

“Di girtîgehên Îsraîlê de jin, kal û pîr û nexweş hene, bi heman awayî di destê Hemasê de jî dîlên wiha hene.

Berdevkê Lîwayên Qesamê herwiha got, “Ji destpêka ku Îsraîlê operasyona bejayê daye destpêkirin û heta niha, me 136 wesayîtên Îsraîlê ji kar xistin. Em dê li her deverê şerê li dijî artêşa Îsraîlê bidomînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst