Hizbulaha Libnanê hezar û 500 çekdarên xwe ji Sûriyeyê vekişandin

08-11-2023
RÛDAW
Nîşan Hizbulaha Libnanê Sûriye Xeze
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hizbulaha Libnanê nêzikî hezar û 500 çekdarên xwe yên di nava hêzên rejîma Sûriyeyê de vekişandin.

Li gorî ajansa fermî ya Tirkiyeyê ku dispêre çavkaniyên herêmê Hizbulahê di du hefteyên dawî de gazî nêzikî hezar û 500 endamên xwe yên di nav artêşa Sûriyeyê de kiriye.

Hat ragihandin di du hefteyên dawî de çekdarên Hibulahê yên di nav artêşa Sûriyeyê de ji Heleb û Îdlibê vekişiyane.

Ew çekdar pêşî derbasê parêzgeha Himisê ya Sûriyeyê bûne û ji wir jî derbasî Libananê bûne.

Li cihên ku cekdarên Hizbulahê jê vekişiyane grûpên ser bi Îranê ve li şûna wan hatine bicihkirin.

Hizbulahê piştî êrişên dijwar ên Îsraîlê yên li Xezeyê biryara vekişînê da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst