Heta niha çend penaberên Libnanî çûne Îraqê?

Hewlêr (Rûdaw) - UNHCRê diyar kir ku heta niha 6 hezar û 500 penaberên Libnanî ji deriyê sînorî yê Qaimê û balafirgehên Necef û Bexdayê çûne Îraqê.

Ajansa Penaberan a Neteweyên Yekbyî (UNHCR) li ser hejmara penaberên Libnanî yên çûne Îraqê ji Rûdawê re axivî.

UNHRê bi maîleke bersiv da pirsa Rûdawê û da zanîn ku penaberên Libnanî dema ku tên deriyên sînorî û balafirgehan Hikûmeta Îraqê vîzeya bêlaş dide penaberên Libnanî.

Her wiha UNHCRê amaje bi wê yekê jî kir ku dê vîzeya wan Libaniyên li Îraqê ne mehekê wêre dirêjkirin.

Li gorî UNHCRê, ew niha zanyariyan li ser rewşa penaberên Libnanî yên derbasî Îraqê bûne kom dikin.

Salek di ser şerê Xezeyê re derbas bû û şerê Xezeyê bandoreke mezin li Libnanê jî kir.

Hizbulaha Libnanê piştgirî da Hemasê û bi mûşekan êrişî Îsraîlê kir.

Li aliyê din, Îsraîlê jî bi tundî dest bi bomberankirina Libnanê kir.

Divê were gotin ku bombebarana Îsraîlê ya li dijî Libnanê ji 20ê Îlona borî ve zêdetir bûye.

Li gorî UNHCRê, heta niha milyonek û 200 hezar kes ji başûrê Libnanê derketine û koçber bûne.

UNHCRê da zanîn ku ew penaberên Libnanî yên çûne Îraqê li Necef û Kerbelayê hatine bichkirin.

UNHCRê tekez kir ku hinek penaberan li Nînowa, Besra, Semawe û Selehedînê jî hatine bicihkirin.

UNHCRê amaje bi wê yekê kir ku li ser hatina penaberên Libnanî danûstendênên wan bi Hikûmeta Îraqê û dezgehên pêwendîdar ên Îraqê re berdewam dikin.