Benjamin Netanyahu: Me xelefê Hesen Nasralah kuşt!

08-10-2024
RÛDAW
Nîşan Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu Hesen Nasralah Hizbulaha Libnanê Haşim Sefiyedîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw- Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu diyar kir ku wan Haşim Sefiyedînê xelefê Hesen Nasralah kuştiye.

Berpirsên Hizbulaha Libnanê diyar kiribû ku ev demeke haya wan ji Haşim Sefiyedîn nîne. 

Dihat pêşbînîkirin ku Haşim Sefiyedîn piştî Hesen Nasralah bibe sekreterê nû yê Hizbulaha Libnanê.

Çi bûbû?

Roja şemiyê, AFPyê ragihandibû ku “berpirsekî payebilind ê Hizbulahê” jê re diyar kir ku piştî êrîşa roja înê ya mezin a li Beyrûtê pêwendiya wan bi Haşim Sefiyedîn re qut bûye.

Li aliyê din, Hizbulahê amaje bi wê yekê kiribû dê piştre li ser bûyerê û îdiaya kuştina Sefiyedîn daxuyaniyekê belav bike.

Berpirsên Hizbulahê ji AFPyê re diyar kiriye ku ew nizanin Sefiyedîn hatiye armanckirin û haya wan jê nîne ka kî bi wî re bû.

Her wiha berpirsekî din ê Hizbulahê jî ji AFPyê re piştrast kiriye ku wan şopa Sefiyedîn winda kiriye û haya wan ji wî nemaye.

Li gorî zanyariyan AFPyê, Hizbulah hewl dide ku xwe bigihîne baregehên jêrzemînî yên hatine bombebarankirin lê ji ber bombebaranên Îsraîlê Hizbulah nikare xwe bigihîne wan baregehan da ku aqûbeta serkirdeyên xwe zanibe.

Haşim Safiyedîn kî ye?

Sefiyedîn sala 1964an li bajarokê Dêr Kanûn Nehr li başûrê Libnanê di malbateke navdar de hatiye dinyayê.

Sala 1980yî de li gel û Hesen Nasralahê kurê metika xwe çûye Qûmê û perwerdeya olî ya Şîeyan bixwîne.

Sala 1983yan bi keça Mihemed Elî Emîn endamê Meclisa Îslamî ya Şîeyên Libnanê re zewiciye.

Sala 1994an ji aliyê Nasralah ve wekî serokê Hizbulahê yê hat tayînkirin.

Sala 1995an de bû serokê Encumena Cîhadê ku berpirsê çalakiyên leşkerî yên Hizbulahê ye û di heman demê de wekî endamê Encûmena Şûraya Hizbulahê kar kir.

Sala 1998an wekî Serokê Encûmena Birêvebiriya Hizbulahê hat hilbijartin.

Ebdulah Sefiyedînê birayê Haşim Safiyedîn nûnerê Hizbulahê yê Îranê ye.

Ebdulah Sefiyedîn kesayetiyek naskirî ye Amerîka wî bi bazirganiya madeyên hişbir tohmetbar dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst