Naîm Qasim: Em çeperên xwe bernadin, çekên xwe danaynin

08-10-2024
Nîşan Naîm Qasim Hizbulah Îsraîl Hesen Nasralah
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Sekreterê Giştî yê Hizbulahê Naîm Qasim got, “Divê kes nefikire ku em dê çeperên xwe berdin û çekên xwe deynin.”

Sekreterê Giştî yê Hizbulahê Hesen Nasralah jî 27ê Îlonê li Beyrûta paytexta Libnanê hat kuştin.

Alîkarê Sekreterê Giştî yê Hizbulahê Naîm Qasim 30ê Îlonê li ser kuştina Nasralah axivîbû

Naîm Qasim îro jî mijarên li serojê nirxandin û got:

“Li gorî me Amerîka şirîkekî girîng ê hemû sûcên li Xezeyê ye.”

“Ew xeyal e”

Naîm Qasim diyar kir, “Îran bi biryar e ku di şertên guncav de lê kêleka berxedana cih bigire” û pê de çû:

“Îmkanên me saxlem in, ew xeyal e ku dibêjin Îsraîlê îmkanên me nehiştine.

Rojên dawiyê operasyonên me zêde bûne. Şêniyên bakurê Îsraîlê naçar man ku ji wan deveran vekişin.”

“Şiyanên Hizbulahê qewîn in”

Alîkarê Sekreterê Giştî yê Hizbulahê li xwe mikur hat ku wan “derbên biêş” xwarine lê got:

“Şiyanên Hizbulahê qewîn in, me êrişa Îsraîlê ya bejahiyê şikand.

Ev şer, ew şer e ku dê kî berê bigirî. Em nagirîn. Fermandarî û kontrola Hizbulahê bi hûrgilî hatine organîzekirin.

Cihê hemû windahiyên me hat dagirtin. Di nava hêzên li qadê de kordînasyoneke berdewam heye.”

“Em dê êriş bikin”

Naîm Qasim got ku Îsraîl derbên giran dixwe lê wan vedişêre û berdewam kir:

“Îsraîl hewl dide midaxeleyî hilbijartinên Amerîkayê bike.

Îsraîl dê armancên xwe pêk neyîne. Em dê li gorî planên xwe yên leşkerî, li cihê guncav û di dema guncav de bi amûrên hewayî yên bêmirov êrişî wan bikin.”

Naîm Qasim her wiha diyar kir ku ew ji ber şer di hilbijartina xelefê Nasralah de zehmetiyan dikişînin.

Çi bûbû?

Îsraîl û Hizbulaha Libnanê ji 8ê Çiriya Pêşîna 2023yan ve êrişî hev dikin û şerekî “bikontrol” hebû.

Lê Îsraîlê 17ê Îlonê bi sedan bêtêlên Pagerê yên ku Hizbulah bi kar tîne teqandin.

Her wiha 23yê Îlonê bi sedan caran ji hewayê ve êrişî Libnanê kir û ew êriş heta niha jî berdewam dikin.

Sekreterê Giştî yê Hizbulahê Hesen Nasralah jî 27ê Îlonê li Beyrûta paytexta Libnanê hat kuştin.

Li gorî amarên ku saziyên fermî yên Libnanê didin, ji 17ê Îlonê ve di êrişên Îsraîlê de 2 hezar û 83 kes hatine kuştin ku 104 ji wan zarok û 194 ji wan jî jin in.

Êrişên Îsraîlê bûne sedema pêleke mezin a koçberiyê jî û xelk bi piranî berê xwe dide Sûriye û Rojavayê Kurdistanê.

Hizbulah jî bi mûşek û roketan êrişî Îsraîlê dike lê Îsraîl behsa ti xisarên micid nake.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst