LIBNAN - Tirkiye dê welatiyên xwe vegerîne

4 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Libnan Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê ragihand ku ji ber êrişên Îsraîlê yên li Libnanê ew dê welatiyên xwe yên li Libnanê vegerîne.

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê bi daxuyaniyekê diyar kir ku ew dê roja çarşemê welatiyên xwe ji Libnanê derxe û ji bo welatiyan veguhêzin 2 keştiyên Hêzên Deryayî tên şandin.

Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Karên Derve ve hatiye dayîn, welatiyên Tirkiyeyê yên ku xwestiye ji Libnanê derkevin dê sibe bi rêya deryayî ji wî welatî werin derxistin.

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê bi daxuyaniyekê da zanîn:

“Welatiyên me yên ku serlêdan kiriye û dixwazin ji Libnanê derkevin, dê sibe bi rêya deryayî werin derxistin.

Di wê çarçoveyê de dê îro 2 keştiyên Hêzên Deryayî ber bi Beyrûtê ve bi rê bikevin.

Şiyana wan keştiyan a hilgirtina 2 hezar rêwiyan heye.”

Li gorî daxuyaniyê, welatiyên Tirkiyeyê yên ku pêwendî bi konsulxaneyê re danîne dê zanyariyên zêdetir wergirin û dê dema derketina ji Libnanê ji wan re were şandin.

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê her wiha anî ziman:

“Ji bo pêşwazîkirina welatiyên me li Tirkiyeyê hemû amadehî hatine kirin.

Her wiha dê heman keştiyên ku îro tên şandin alîkariyên mirovî jî bigihînin Libnanê.”

Çi bûbû?

Îsraîl û Hizbulaha Libnanê ji 8ê Çiriya Pêşîna 2023yan ve êrişî hev dikin û şerekî “bikontrol” hebû.

Lê Îsraîlê 17ê Îlonê bi sedan bêtêlên Pagerê yên ku Hizbulah bi kar tîne teqandin.

Her wiha 23yê Îlonê bi sedan caran ji hewayê ve êrişî Libnanê kir û ew êriş heta niha jî berdewam dikin.

Sekreterê Giştî yê Hizbulahê Hesen Nasralah jî 27ê Îlonê li Beyrûta paytexta Libnanê hat kuştin.

Li gorî amarên ku saziyên fermî yên Libnanê didin, ji 17ê Îlonê ve di êrişên Îsraîlê de 2 hezar û 83 kes hatine kuştin ku 104 ji wan zarok û 194 ji wan jî jin in.

Êrişên Îsraîlê bûne sedema pêleke mezin a koçberiyê jî û xelk bi piranî berê xwe dide Sûriye û Rojavayê Kurdistanê.

Hizbulah jî bi mûşek û roketan êrişî Îsraîlê dike lê Îsraîl behsa ti xisarên micid nake.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst