Îsraîl: Me fermandarekî Hizbulahê kuşt!

Hewlêr (Rûdaw) – Îsraîlê ragihand ku wan Fermandarê Giştî yê Hizbulahê Suhêl Husên Husênî kuştiye.

Artêşa Îsraîlê da zanîn ku wan Suhêl Husên Husênî li Beyrûtê di “êrişeke asmanî ya deqîq” de kuştiye.

Artêşê ragihand ku Suhêl Husên Husênî ji veguhastina amûrên şer a di navbera Îran û Îsraîlê de berpirsiyar bû.

Li gorî daxuyaniyê, belavkirina amûrên şer a li çekdarên Hizbulahê jî peywira wî bûye.

2 hezar û 83 kuştî

Hemasê 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan êrişî xaka Îsraîlê kir û herî kêm hezar û 200 kes kuştin ku piraniya wan sivîl bûn û derdora 250 kesî jî dîl girtin.

Îsraîlê jî 8ê Çiriya Pêşîn êrişî Hemasê kir û û piştre ket Xezeyê û şer niha jî didome.

Her wiha Îsraîl û Hizbulaha Libnanê jî ji 8ê Çiriya Pêşîn a 2023yan ve êrişî hev dikin û şerekî “bikontrol” hebû.

Lê Îsraîlê 17ê Îlonê bi sedan bêtêlên Pagerê yên ku Hizbulah bi kar tîne teqandin.

Her wiha 23yê Îlonê bi sedan caran ji hewayê ve êrişî Libnanê kir û ew êriş heta niha jî berdewam dikin.

Sekreterê Giştî yê Hizbulahê Hesen Nasralah jî 27ê Îlonê li Beyrûta paytexta Libnanê hat kuştin.

Li gorî amarên ku saziyên fermî yên Libnanê didin, ji 17ê Îlonê ve di êrişên Îsraîlê de 2 hezar û 83 kes hatine kuştin ku 104 ji wan zarok û 194 ji wan jî jin in.

Êrişên Îsraîlê bûne sedema pêleke mezin a koçberiyê jî û xelk bi piranî berê xwe dide Sûriye û Rojavayê Kurdistanê.

Hizbulah jî bi mûşek û roketan êrişî Îsraîlê dike lê Îsraîl behsa tixisarên micid nake.