Li Îsraîlê hatibû kuştin û laşê wê yê tazî hatibû nîşandan: Nasnameya wê diyar bû

Hewlêr (Rûdaw) – Jina ku li başûrê Îsraîlê hatibû kuştin û laşê wê yê tazî di hatibû nîşandan welatiya Îsraîl-Almanyayê Shani Louk e.

Doh li başûrê Îsraîlê jinek hatibû kuştin û laşê wê yê tazî di paşiya pîkapekê hatibû nîşandan.

Grûpên bi pêşengiya Hemasê li hemberî Îsraîlê dest bi êrişeke bi navê “Tofana Eqsayê” kir.

Dîmenên jineke tazî yên ku li dema vê êrişê li başûrê Îsraîlê hatibûn girtin di torên civakî bûn rojev.

Tê gotin Hemasê ev jin dîl girtiye û piştî ku ew hatiye kuştin laşê wê yê tazî di paşiya pîkapekê hatiye nîşandan.

Di dîmenan de xuya dibe ku laşê jinê yê behereket û tazî li paşiya pîkapê hatiye siwarkirin.

Hinek kesên ku tê gotin endamên Hemasê ne û girseya li dora wan bi dengekî bilind tekbîran didin û li çepikan didin.

Xuya dibe ku serê wê jinê bixwîn e. Kesek pora wê dikişîne û yê din jî çoka xwe daniye ser pişta wê.

Hinek hesabên torên civakî yên nêzîkî Hemasê angaşt kiribû ku ew jin leşkera Îsraîlê ye lê derket holê ku hunermenda deqan, Shani Louk e.

Ji bo “Festîvala Aştiyê” li Îsraîlê bûye

Herwiha hat îfadekirin ku welatiya Îsraîl-Almanyayê Shani Louka 30 salî ji bo “Festîvala Aştiyê” li Îsraîlê bûye.

Li aliyê din, dêya Shani Loukê da zanîn ku wê dîmen dîtine û alîkarî xwest.

Xizmên Shani Loukê diyar kir ku wan Louk ji deqên li ser laşên wê û pora wê nas kiriye.

Hemasê êrişî Festîvala Aştiyê ya li başûrê Îsraîlê kiribû. Di vê êrişê de tevlî Shani Loukê gelek kes hatibûn kuştin.