Li Misirê polîsekî gule li geştyarên Îsraîlî reşandin: 3 kesan canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Îskenderiyeyê yê Misirê polîsekî gule li geştyarên Îsraîlî reşand, di encamê de 3 kesan canê xwe ji dest da.

Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê ragihand ku li bajarê Îskenderiyeyê di encama gulebarana polîsekî Misirî de 2 geştyarên Îsraîlî û rêberê wan ê Misrî canê xwe ji dest daye.

Li gorî Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê geştiyarek jî bi sivikî birîndar bûye.

Li gorî zanyariyan polîsê ku gule li geştyaran reşandiye hatiye desteserkirin.

Li aliyê din Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê ragihand ku ew hewl didin wan Îsraîliyan vegerînin Îsraîlê.