Amarên dawî yên şerê Hemas û Îsraîlê

Hewlêr (Rûdaw) - Hejmara kuştiyên êrişên Hemasê yên li Îsraîlê û êrişên Îsraîlê yên li Xezeyê ji her du aliyan derkete 600î.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku şer li 8 deveran didome.

Wezareta Tenduristiyê ya Îsraîlê ragihand ku hejmara kuştiyên wan ên di êrişên Hemasê de gihîştiye 300 kesî, hezar û 600 kes birîndar bûne û rewşa 318 kesan xedar e.

Medyaya Îsraîlê jî ragihand ku 700 welatiyên Îsraîlê wenda ne, herwiha 50ê din jî ji aliyê Hemasê ve dîl hatine girtin.

Hemasê jî eşkere kir ku hejmara dîlên Îsraîlê “gelekî zêdetir e ji ya tê gotin.”

Herwiha rêveberiya tenduristiyê ya Xezeyê jî danê sibehê ragihand ku hejmara Filistîniyên ku di bombebaranên Îsraîlê de hatine kuştin gihîşt 256an û hezar û 788 kes jî birîndar bûn.

Artêşa Îsraîlê da zanîn ku wan ji wargehên derdora Xezeyê dest bi veguhestina xelkê kiriye.

Baskê çekdarî yê rêxistina Hemasê doh bi navê “Tofana Eqsayê” êrişî komelgeh û gundên Îsraîlê yên nêzîkî sînorê Xezeyê kir.

Piştî êrişa Hemasê Îsraîlê jî dest bi bombebarankirin Hemasê kir ku heta niha jî şer berdewam e.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihandibû ku ew “di şer de ne”.