Hizbulaha Libnanê li xaleke çavdêriyê ya Îsraîlê xist

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê ragihand ku ji Libnanê bi mûşekan êrişî axa Îsraîlê kirine.

Artêşa Îsraîlê li ser êrişê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Li gorî daxuyaniyê arêşa Îsraîlê ji aliyê Libnanê bi çekan êrişî Îsraîlê kirine.

Herwiha di daxuyaniyê de hat ragihandin ku çend xulek piştî vê bûyerê vê carê ji axa Libnanê bi mûşekan êrişî Îsraîlê kirine.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku artêşa Îsraîlê ji her senaryoyê re amade ye.

Artêşa Îsraîlê di derbarê zerer û ziyanan de ti zanyarî neda.

Li aliyê din artêşê ji Îsraîliyên ku li nêzî sînorê Libananê ne xwestiye ji cihên girtî dernekevin derve.

Libnanê heta niha derbarê bûyerê de ti daxuyanî nedaye.