Biden: Tevgera artêşa Tirkiyê ya li Sûriyê zirarê dide têkoşîna dijî DAIŞê
Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Amerîkayê dibêje, tevgera Artêşa Tirkiyê ya li “bakur rojhilatê Sûriyê” zirarê dide têkoşîna dijî DAIŞê û xelkê sivîl dixe rewşeke metirsîdar.
Serokê Amerîkayê Joe Biden biryara dirêjkirina rewşa awarte li Sûriyê bo salekê dirêj kir û vê derbarê de nameyek ji Seroka Encûmena Nûnerên Amerîka Nancy Pelosi re şand û di nameyê de sedemên dirêjkirinê diyar kirin.
Koşka Spî derbarê biryarê de daxuyaniyek belav kir û bibîr xist ku Serokê berê yê Amerîka Donald Trump, 14ê Cotmeha 2019an, ji bo têkoşîna li dijî gefên girêdayî rewşa Sûriyê, yên li ser ewlekariya netewî ya Amerîka bikin, ev biryar da bû.
Joe Biden di nameya xwe de dibêje, ku rewşa li Sûriyê heye, bi taybet tevgera artêşa Tirkiyê û çalakiyên wê yên li Bakur Rojhilatê Sûriyê, zirarê dighîne têkoşîna li dijî DAIŞê û xelkê sivîl dixe rewşeke metirsîdar.
Biden dibêje, tevgera artêşa Tirkiyê ya li bakur rojhilatê Sûriyê, gefa zirara li ser aştî, ewlekarî û aramiya herêmê li xwe digre û herwiha diyar dike, rewşa heyî li dijî ewlekariya netewî ya Amerîka gefeke berdewam e û ji ber wê yekê, ew piştrast e ku hewce ye rewşa awarte berdewam e.
Biden diyar dike, ku ji ber rewşa heyî wî biryar daye, ku piştî 14ê Cotmeha 2021ê jî, biryara heyî berdewam be.
Di daxuyaniya Koşka Spî de tê diyar kirin, ku dema rewşa awarte ji bo salekê hatiye dirêjkirin û ev biryar dê di Rojnameya Fermî de were belav kirin.