STENBOL - Kurd êdî ne qurban lê aktor in

08-10-2016
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Nîşan Forûma El Şharq Stenbol Hêmîn Hewramî PDK Herêma Kurdistanê Sykes Picco
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) – Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Hêmîn Hewramî got, kurd êdî ne qurban lê aktor in û kurd dê di plan û dahatûya sedsala nû de nebin qurbanî.


Dîdariya ku ji aliyê Forûma El Şharq ve li Stenbolê tê lidarxistin bi beşdariya gelek siyasetmedar, akademisyen û stratejîstan destpê kir.


Di wê forûmê de ku dê du rojan berdewam be mijara sereke bi dawî hatina Syks Picco û dûmahiyên wê bû.


Herwiha di nava du rojan de wê guftugo û nîqaş li ser plan û amadekariyên nu bêne kirin ku piştî Sykes Picco dê bi cî bibe. Piştî Sykes Picco plana nû ya ji bo Rojhilata Navîn dê çibe? Dur rojen wê bi dehan pispor li bersiva vê yekê bigerin. 


Di vê çarçoveyê de jî aktorê Rojhilata Navîn ê nû Kurd in û helwest û bandora wan jî di forûmê de bi berfirehî tê guftugokirin.


Ji Herêma Kurdistanê jî Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Hêmîn Hewramî tevî şandekê mêvanê forûmê ye.


Rektorê Zankoya Bîlgî yê Berê û Pisporê Siyaseta Navdewletî Prof. Îlter Tûran li ser pirsa Rûdawê ya, “Gelo proje û plana nû çiye ku li cihê Sykes Picco tê amadekirin? Li aliyê din egerî heye ku ew plana nû ya sed salî xwedî dê naverokê be da ku encamên weke yên Sykes Pîcco yên giran neqewimin? wiha axivî:


“Ya rast mirov ji çewtî û xeletiyên xwe dersên pêwîst nagirin û heman xetereyan dubare dikin. Pêkane ku xetereyên weke yên berê bêne dubarekirin. Lêgerîn û hewldan hene ji bo plan û projeyeke nû. Cîhan di nava vê lêgerînê de ye. Lê hîna jî hemû layen vê lêgerîne li ser bingeke gotubêj û hevnasiyê danînin. Divê hemû nîqaş di navbera layenan de li ser muzakere û lihevkirinê bihatina kirin lê herkes hewl dide ku nêrîn û helwesta xwe li yên din ferz bike. Bi ya min pêvajoyeke demdirêj a têkoşîneke nû li ber me ye.”


Berpirsê Pêwendiyên Derve yê PDKê Hêmîn Hewramî jî pirsên Rûdawê yên di derbarê plana kurdan ya di çarçoveya plana nû de bersivandin.


Hewramî amaje pê kir ku kurd êdî ne qurban lê aktor in û kurd wê di plan û dahatûya sedsala nû de nebin qurban û ewê li gorê hêza xwe ya aktorbûnê plana xwe dêynin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst