Çalakvana Îranî bo welatê xwe nayê radestkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Tirkiye dê çalakvana Îranî ya bi navê Meryem Şerîatmedarî ku ji ber cezayê girtîgehê reviyabû wî welatî, radestî Îranê neke.

Çalakvana Îranî  Meryem Şerîatmedarî piştî ku yasaya bi zorê ya xwe nixumandina jinan bi serpereştiya tevgera“Keçên Şoreşê yên Kolalanan” protesto kiribû, ji aliyê dadgehê ve cezayê girtîgehê jê re hatibû birîn û ew reviyabû Tirkiyê.

Meryem Şerîatmedarî ku dixwest here welateke Ewropayê, lê duh li bajarê Denizliyê ji aliyên hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê ve hatibû desteserkirin û biryar bû bo Îranê were vegerandin.

Şerîatmedarî di dema destesekirinê de gotibû: “Bêyî ku sedem nîşan bidin ez desteser kirim. Navê min di sistemê de hatiye tomarkirin, lê hêzên ewlehiyê sistema xwe temaşe nakin. Ji bo dersînorkirinê çend kes wek qurbanî hilbijartin. Eger hûn bixwazin alîkariya min bikin, li ser min nûçeyan çêkin û bila herkes ji rewşa min agahdar bibin.”

Middle East Eyeyê ku agahiyên xwe di dispêrî du rayêdarên Tirkiyê, derbarê Şerîatmedarî ragihand ku ew ji ber sedema ku vîzeya wê ya rûniştinê xilas bûye, hate desteserkirin û piştî berdan jî dê ji bo Îranê neyê dersînorkirin.

Herwiha Serokê Baroya Denizliyê Mujdat Îlhan jî diyar kir ew desteserkirina Şerîatmedarî dişopînin û ew egereke mezin ew dê ji bo Îranê neyê vegerandin.