Îsraîl û Tevgera Cîhada Îslamî agirbest ragihandin

08-08-2022
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Filistîn Xezze Tevgera Cîhada Îslamî Agirbest
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî sê rojan şer ku di encamê de gelek kes hatin kuştin û birîndar bûn, Îsraîl û Tevgera Seraya Quds ku baskê leşkerî yê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê ye, bi navbeynkariya Misirê li hev kirin ku agirbestê ragihînin.

Agirbest şeva Yekşemê demjmêr 11:30 bi navbeynkariye Misirê di pratîkê de hat cîbicîkirin.

Li gor daxuyaniya agirbestê, herdu alî pabendî agirbesta temam û rawestandina şer dibin û Misir jî hewlên xwe ji bo azadkirina du dîlên Tevgera Cîhada Îslamî yên di destê Îsraîlê de Xelîl Ewade û Besam Seidî zêdetir dike.

Misirê têkilî bi herdu aliyan kiriye û ji wan xwestiye xwe ji alozkirina rewşê dûr bigrin. Tevgera Cîhada Îslamî ji aliyê xwe ve ragihandina agirbestê piştrast kiriye û Serokwezîrê Îsraîlê Yair Lapid jî daye xuyakirin ku ew dê pabendî agirbestê bin.

Heta demên dawî yên berî ragihandina agirbestê, herdu alî di armanckirina cihên hev de berdewam bûn.

Li gor Wezareta Tendirustiyê ya Kerta Xezzeyê, di êrîşên Îsraîlê de herî kêm 43 kes ji xelkên sivîl û çekdarên Seraya Quds baskê serbazî yê Tevgera Cîhada Îslamî hatine kuştin.

Lê li gor rayedarên Îsraîlê de, di êrîşên Tevgera Cîhada Îslamî de ti kesek li Îsraîlê jiyana xwe ji dest nedaye û zirar tenê maddî bûne.

Serokwezîrê Filistînê jî bang li civaka navneteweyî kir ku bêdeng nemîne.

Serokwezîrê Filistînê, Mihemed Eştîa got, "Tişta ku ji Encûmene Asayîşê tê xwestin, biryareke ciddî û bicîkirî ye bo peydakirin ewlehî ji gelê Filistînê re. Em zêdetir şermezarkirinê ji encûmenê dixwazin. Em dibêjin, Êdî bes e ji bo pirsgirêkên mafên mirovan, krîzan û nakokiyên navneteweyî."

Li bajarê Aşkelon ê li başûrê Îsraîlê roketek kete xwarê û zerar gihand çend otombîlan û avahiyan .

Îsraîl serkirdayetiya Cîhada Îslamî bi wê yekê tohmetbar dike ku bûye sedem xelkê Xezzeyê bibin qurbanî û zirar bigihe xelkê Îsraîlê.

Wezîrê Berevaniyê yê Îsraîlê, Benny Gantz got, "Serkirdayetiya Cîhada Îslamî ku li derveyî welat di xwaringih û Otelên  Tehran, Sûriye û Lubnanê de rûdine, têkiliya wan bi xelkê re hatine qutkirin û zerareke mezin bi jiyan û debara xelkê Xezzeyê gihandiye. Ew dê bace wê bidin. Supaya Pasdaran a Îranê nan nade xelkê Xezzeyê. Operasyonên me yên li dijî encamderên terorê wê bidomin û bê sînor û sînordarî wê zêde bibin."

Roja Înê 5ê Tebaxa 2022an di êrîşeke Îsraîlê de bo ser Kerta Xezzeyê li Filistînê, Teysîr Ceiberî Fermandarê Fewca Quds a Tevgera Cîhada Îslamî hat kuştin û ji ber wê jî baskê leşkerî yê Tevgera Cîhada Îslamî bi mûşekan êrîşî nav axa Îsraîlê kir.

Li gor agahiyên ku Tevgera Cîhada Îslamî û Îsraîlê belav kirine, ji roja ewil a şer ve ji Xezzeyê ve 935 mûşek arasteyî Îsraîlê hatine kirin, lê piraniya wan ji aliyê sîstema berevaniya esmanî ya Îsraîlê ve hatine têkbirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst