'Ala Kurdistanê li Parlamentoya Îranê jî hatibû danîn'

08-08-2021
RÛDAW
Ala Kurdistanê di nav rêza alên welatên cîhanê li Parlamentoya Îranê
Ala Kurdistanê di nav rêza alên welatên cîhanê li Parlamentoya Îranê
Nîşan Mihemed Seîd Elî Seîd Xetîbzade Ala Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Herêma Kurdistanê Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamekî şanda bilind a Herêma Kurdistanê ku beşdarî merasîma sondxwarinê ya Serokomarê nû yê Îranê Îbrahîm Reîsî bûbû li Tehranê, ragihand ku jibilî merasîma pêşwazîkirinê, li parlamentoyê jî ala Kurdistanê hatibû danîn.

Wezîrê Rewşenbîrî û Lawan ê Herêma Kurdistanê Mihemed Seîd Elî ku endamê şanda bilind a Herêma Kurdistanê bû bo Tehranê, ji Rûdawê re ragihand, Herêma Kurdistanê wek qebareyeke siyasî û destûrî ji bo beşdarîkirina merasîma sondxwarinê ya Serokomarê nû yê Îranê hatibû vexwendin û got, “Di civîna me de li gel Serokomarê Îranê, destpêkê birêz Nêçîrvan, Serokê Herêma Kurdistanê û serokê şandê, pîrozbahî li Îbrahîm Reîsî kirû behsa hemhengî û peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê yên li gel Îranê kir û me behsa peywendiyên bazirganî jî kir.”

Şanda Herêma Kurdistanê ya di bin serpereştiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de ji Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Ayînî Piştîwan Sadiq, Wezîrê Karûbarên Civakî Kiwêstan Mihemed, Wezîrê Rewşenbîrî û Lawan Mihemed Seîd û Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî pêk hatibû.

Mihemed Seîd Elî amaje bi wê jî da,Herêma Kurdistanê dixwaze cîranên wê, di çarçova berjewendiyên hevbeş de peywendiyan pêş bixin û di civîna li gel Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf de jî, behsa peywendiyan û karhêsaniya bo alûngoriya bazirganî ya di navbera herdu aliyan de hat kirin û herwiha biryara UNESCO ya tomarkirina Hewraman di lîsta herêmên şûnwarên cîhanî de bilind hat nirxandin.

Mihemed Seîd Elî derbarê bilindkirina ala Kurdistanê li Tehranê jî got, “Mijara bilindkirina ala Kurdistanê li medya civakî û di nav xelkê de gelek behs li ser hat kirin û hinek caran dibe provakasyon û karvedanên zêde. Bilindkirina ala Kurdistanê asayî ye, ji ber ku qewareyeke siyasî û destûrî ye.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja 5ê vê mehê bi serokatiya şandekê ji bo beşdariya di merasîma sondxwarinê ya serokomarê nû yê Îranê de gihişt Tehranê û li Firokexaneya Mehrabad bi ala Kurdistanê û asteke bilind de hat pêşwazîkirin.

Serokê Herêma Kurdistanê li Tehranê li gel Serokomarê nû yê Îranê Îbrahîm Reîsî û Serokê parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbax civiyabû.

Di dema pêşwazîkirina Nêçîrvan Barzanî de bêyî ala Iraqê bê danîn, tenê ala Kurdistanê hatibû bilindkirin û vê yekê jî karvedanên zêde li pey xwe anîn.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Seîd Xetîbzade, li ser pirsa rojnamevanan derbarê bilindkirina ala Kurdistanê di merasîma pêşwazîkirinê de ragihand, “Bilindkirina ala Kurdistana Iraqê xeletiyeke protokolî ya tîma firokexaneyê bû.”

Lê endamê şanda Herêma Kurdistanê bo Tehranê Mihemed Seîd Elî, tekez kir ku ala Kurdistanê li parlamnetoya Îranê jî hatibû danîn û got, “Dema em li parlamentoya Îranê beşdarî merasîmê bûn, me bi ala Kurdistanê cihê xwe yê bo rûniştinê dît, ji ber ku ala her welatekî li pişt kursiyên şandên wan welatan hatibû danîn, li cihê me jî alaya Kurdistanê hatibû danîn.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst